Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku mîna vê rojê beriya 24 salan dest pê kiriye (9’ê Cotmeha 1998’an) dema rêber Ocalan ji Sûriyê derketiye, şêniyên Qamişlo û Hesekê daketin qadan.
Şêniyan wêneyên rêber Ocalan rakirin û diurşmên şermezarkirina komploya navneteweyî berz kirin.
Di xwepêşandana Qamişloyê de dayikan pankartên “Hemû şêweyên îxanet û komployan têk bibin, rêber Apo bi fîzîkî rizgar bikin”, her wiha di xwepêşandana Hesekê de jinan pankartên “Em li dijî îxanetê parastina rûmeta xwe bikin” hildan.
ANHA