
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de, duh li bajarê Qamişlo ji aliyê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi kordîneya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ve panêlek bi beşdarbûna gelek sazî û dezgehên jinan di bin dirûşmeya “Namûs ne di bedena jinê de ya, namûs di azadiya civak û erdê de ye” hat lidarxistin.
Rêveberiya Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzo Temo, têkildarî xebatên xwe yên 25`ê Mijdarê axifî û got: “Amadebûna me ji bo 25’ê Mijdarê wek hemû jinê cîhanê derdikevin kolanan ji bo vê rojê û dirûşmeyên li dijî tundiya li ser jinê dibêjin.
Bernameyê kar û xebatê me jî heye. Panêl li ser mijara tundiya li ser jinê ji aliyê olî, huqûqî û civakî ve tê nîqaşkirin. Ev babetên nîqaşê heta niha li çar dibistanan hatiye dayîn û hîn didome.
Bê guman ev kampanyaya me heya 12’ê Kanûnê dewam dike.