ManşêtNûçe

Li Lubnanê dagirkirina Efrînê hate şermezar kirin

Bi boneya salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê li Beyrûtê civînek hat li dar xistin ji hêla Partiya Yekîtiya Demokrat û Kongra Star.

Civîn li Beyrûtê bi beşdarbûna bi dehan Kurdên li Lubnanê hat lidarxistin.

Di civînê de ji rêveberên PYDʹê Xalid Xalid axivî, bal kişand ser berxwedana 58 rojan li Efrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Xalid anî ziman ku ew ê têkoşîna dewam bikin heta Efrîn were rizgarkirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê Ebduselam Ehmed îşaret bi sûcên dermirovî yên dewleta Tirk ên Efrînê û guhertina demgorafî kir.

Back to top button