ManşêtNûçe

Li Katalonyayê pirtûka li ser têkoşînên jinên Kurd hate nasandin

Li bajarokê La Seu d’Urgell ya li çiyayên Pirinees ya Katalonyayê li pirtûkxaneya El Refugi, pirtûka bi navê ‘Mujer,Vida, Libertad. Desde el corazón del movimiento de mujeres libres de Kurdistan’ (Jin, Jiyan, Azadî. Ji dilê tevgera jinên azad ên Kurdistanê ve) ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê ve hate nasandin.

Pirtûk di havîna sala 2020’an de ji Aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojiyê hatibû weşandin û danasîna pirtûkê didome. Pirtûk bi tecrube û îdeolojiya tevgera jinên Kurdistanê, lêgerîna jin û xortan pêş dixe.

Di pêşkêşkirin û danasîna pirtûkê de 20 kes amade bûn. Di pêşkêşkirinê de Koma Piştgiriya Bi Kurdistanê re (Ponent amb Kurdistan) a li eyaletê jî amade bû û banga piştgiriyê kir.

Back to top button