JinManşêt

Li Îranê bi nêzîkbûna salvegera raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zext zêde dibin

Li Îranê bi nêzîkbûna salvegera raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, zextên dewletê jî zêde dibin. Bi taybetî gef li malbatên kesên di dema raperînê de jiyana xwe ji dest dan, tê xwarin ku merasîman nekin. Her wiha hin ji ferdên malbatan jî têne girtin.

Li gel zexta hêzên dewleta Îranê berxwedana jinan jî dewam dike. Jin li ber ferza nixumandinê ya ji neçarî radibin. Wekî din hate hînbûn ku dewleta Îranê hêza leşkerî  bajarên li bakurê welêt bi cih kiriye.

Ofîsa Beyrûdê ya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li ser berxwedanê û zêdebûna zextên rojên dawî yên dewleta Îranê daxuyaniyek weşand. di daxuyaniyê de zextên Îranê hatin şermezarkirin, bang li civaka navneteweyî hate kirin ku zextên li ser jin û gel bixe rojeva xwe û helwestê nîşan bide.

 

Back to top button