JinManşêtNûçe

li Hesekê Panêlek diyalogî meclisa jin a PYD li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li navenda xwe ya kantona Hesekê Panêlek diyalogî bi dirûşmeya “Li dijî her cureyên tundiyê û dagirkeriyê” Jin, Jiyan, Azadî li dar xist

Di berdewamiya hemleya xwe ya li dijî tundiya li ser jinan de, Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li kantona Hesekê panêlek diyalogê li dar xist û tê de hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, Kongara Star, Asayîş û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk beşdar panêlê bûn

panêl bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên azadiyê dest pê kir û piştre axaftina vekirinê ji aliyê Ahîn Elî endama meclisa jin a partiyê ve hat kirin.

Panêl dê li ser du mijaran were li darxistin, ya yekem bi navê Jin Di dîrokê de û Têgeha qanûnê Malbatê wê ji hêla Feryal Ehmed endama giştî ya partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ve were dayîn.

Mijara duyemîn bi sernavê “Zihniyeta Zilam”  endamê partiyê Remezan Fetah wê bide.

Back to top button