
Bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi sedan mêrên li Taza Şêx Meqsûd a Helebê meşek girseyî li darxistin.
Beşdarên meşê li pêş hola civînan a 8′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, alên Kongra Star, wêneyên têkoşer û pankartên ′Jin, Jiyan, Azad′, ′Na ji qetilkirina jinan re′ û′Tundiya li dijî jinê sûc e′ hildan.
Li Qada 7 Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê meş vegerî mîtîngê.
Li wir endamê Partiya yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Mistefa axifî û behsa girîngiya azadiya jinê û bandora wê li ser civakan kir û wiha got: “Pêdiviya welat bi mirin an jî fedakariya di oxira wî de heye, ji lew re divê em bizanin ku jin beşeke mezin a vî welatî ye. Ger beşa mezin nehat rizgarkirin dê ev welat neyê rizgarkirin.”
Mistefa di axaftina xwe de behsa xwişkên Mîrbal û têkoşîna wan a li dijî zihniyeta baviksalarî kir.
Meş bi durişma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.