Çavkaniyên ji bajarokê Silokê da zanîn ku li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantonê grev heye. Li bajarok kar hate sekinandin û dikanên bazirganiyê hatin girtin.
Beriya grevê welatiyên bajarok li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanek li dar xist.
Li herêmên kantona Girê Spî ya dagirkirî ji Cotmeha 2019′an ve li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gel bi hêrs e.
Li Girê Spî û Silokê di 14 û 17′ê Tîrmehê de 2 xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran banga betalkirina “Meclisa Xwecih” a girêdayî dewleta Tirk kir û got divê çeteyên dewleta Tirk destê xwe ji ser wan rakin.
ANHA