ManşêtNûçe

Li Girê Spî kuştin, revandin û guhertina demgorafî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Girê Spî ya ku ji Cotmeha 2019′an ve di bin dagirkeriyê de ye, sûcên revandin, qetilkirin, tirsandin, talankirina milkan û tengavkirina şêniyan ji bo koçberkirina wan bê navber tê kirin.

Di 5`ê Mijdarê de çeteyên li benda kontrolê ya Qetaf ê rojhilatê navçeya Silûkê ciwanê bi navê Casim Yûnis bi guleyan qetil kir. Li gorî çavkaniyan sedema kuştina Casim Yûnis ew e ku rê neda çeteyan êrişî jinên ji xizmên wî bikin.

Di 7`ê Mijdarê de çeteyên Cebhe El Şamiye li gundê Eyn Erûs ê bajarê Girê Spî bi ser daweta Şahîn Ehmed de girt û li wî û xizmên wî dan. Her wiha ji wan 6 kes revandin. Heta niha aqûbeta wan nayê zanîn. Kesên hatine revandin ev in: Zave û bavî wî, bavê bûkê Hec Yusif El Hesen, 3 pirsmamên zave; Reşad Ehmed, Mistefa Ehmed û Seed Ehmed.

Di 15`ê Mijdarê de çeteyan 6 karmendên ji aliyê desthilata Tirk ve hatine erkdarkirin ji kar dûrxistin û wan girtin. Li gorî çavkaniyan ev kes li dijî binavkirina navendên giştî wek dibistan, park û kolanan bi navên Tirkî derketin, lê bi tawanên sorkirin û derxistina fitneyê ji kar hatin dûrxistin û hatin girtin.  Ji kesên hatine girtin navên van kesan hatin zanîn: Enes El Dexîl, Mihemed Riwêşid û Mensûr El Dendel.

Her wiha ′meclisa xwecih′ 5 mamoste yên qebûl nekirin ziman û minhacên tirkî li dibistanan werin dayîn, ji kar dûr xistin.

Şêniyên ji kantona dagirkirî derneketin, siyaseta dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tunekirina nasnameyan wan, danûstandina bi dirava tirkî, fêrbûna zimanê tirkî û guhertina navên cihan bi navên tirkî red dikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografiya kantonê, penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê vedigerîne û wan li kantonê bi cih dike.

Ji dema ku rayedarên desthilata Tirk, projeya bicihkirina penaberên sûriyeyî di Nîsana borî de ragihandiye, 29 hezar û 432 sûriyeyiyên ji Hema, Heleb, Idlib, Dêrazor, gundewarê Şamê û gelek herêmên din, li herêmên dagirkirî hatin bickirin.

Back to top button