ManşêtNûçe

Li Fransayê sûcên dewleta Tirk bi riya reklaman hat nîşandan

Li Marsîlyayê meha çalakiyan a bêdawî dewam dike. Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan li nava bajêr bi rêya reklaman têne teşhîrkirin.

Di çarçoveya meha çalakiyan de li ser parçekirina Kurdistanê ya bi Peymana Lozanê, destpêkirina têkoşîna PKK’ê, destpêka komployê û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên tecrîdê, berxwedana xwerêveberiyê, êrîşên bi çekên kîmyewî û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîmen hatin amadekirin û li kolanên Marsîlyayê bi reklaman hatin nîşandan.

Vê çalakiyê gelekî bala şêniyên herêmê kişand. Komîteya amadekar diyar kir ku çalakiya wan wê du rojan li kolanên Marsîlyayê dewam bike û bi vî rengî sûcên dewleta Tirk teşhîr bikin

Back to top button