ManşêtNûçe

Li Elmaniyayê însyatîf li dijî bikaranîna çekên kîmawî

Li Berlînê paytexta Elmaniyayê, însyatîf li dijî bikaranîna çekên kîmawî yên ku dewleta Tirk li ser kurdan pêk tîne.

Însyatîf li ber avahiyên partiyên siyasî yên Elmanyayê dest bi çalakiyên protestoyî kiriye.

Înîsiyatîfê îro li ber Partiya Keskan û Partiya Azad a Demokratîk (FDP) çalakî li dar xist û dosyeyên amade kiribûn radestî rayedarên partiyê kirin. Partiya Keskan dosye qebûl kir lê FDP’ê ranehişt dosyeyê.

Înîsiyatîf destnîşan kir ku divê dewletên Ewropayê dev ji bêdengiya xwe ya li dijî êrîşên kîmyewî yên li Kurdistanê berdin.

Çalakî, wê sibehê li ber avahiya Dîe Lînkeyê dewam bike.

Back to top button