ManşêtNûçe

Li Efrînê sûcên li dijî welatiyan berdewam in

Rêxistineke hiqûqî ya sûriyeyî, têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî raporeke nû derxist.

Li gorî Rêxistina Mafên Mmirovan -Efrîn îstîxbarata deweleta Tirk a dagirker tevî Polîsa Leşkerî li navçeya Cindirêsê pêncşema borî welatiyê bi navê Mecîd Osman (55) ê ji gundê Qulkê ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Suleyman Şah (El Emşat) yê bi navê Ebû Zekûr Cendiye li meleyê mizgefta Ebû Bekir yê navçeya Recoyê dema vedigerî bajêr, da û pereyên pê re dizîn.

Li gel tevliheviya ewlehiyê ya berdewam,2-12-2023 komeke dizan 14 tenekên zeytê ji depoya welatiyê bi navê Ehmed Ehmed ê ji navçeya Mabatayê dizîn.

Her wiha erebeya welatiyê bi navê Şêxo Ebdurehman Heftaro yê ji gundê Heftaro hatin dizîn.

Çeteyên Sultan Murad jî, di çend rojên dawîn de zêdetirî 100 darên zeytûnê, birîn piştî ku hilberîna wan dizîn. Ev dar ên welatiyên bi navên Nûrî Osman, Malik Hacî Mihemed û Malik Emîr in. Beş beş birin dikarên li ser rêya giştî ya navçeya Bilbilê ji bo ku bifroşin.

Rêxistinê aşkera kir ku ji ber tevliheviya ewlehiyê li herêmn dagirkirî û paşguhkirina rêxistinên hiqûqî yên anvneteweyî, rojane li Efrîna dagirkirî bê reqîb sûc tên kirin

Back to top button