Nûçe

Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku di meha gulanê de li Efrînê 53 kes hatin revandin û bi sedan dar hatin birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî binpêkirinên ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di meha gulanê de li Efrînê kirin parve kir. di meha gulanê de li Efrînê 53 kes bi hincetên vala û bêbingeh hatin hatin revandin û ji kesên hatine revandin bi hezaran dolar hatin xwestin.

Piştî ku Erdogan di 28’ê Gulanê de bi ser ketî, komên paramîlîter di bin navê “pîrozbahiyê” de gule li derdorê reşandin. Di encama gulereşandinê de zarokek hate qetilkirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Ji 18’ê adara sala 2018’an roja dagirkirina Efrînê heta niha xwezaya bajar bênavber tê qirkirin. Di meha gulanê de li navenda bajar û navçeyên Mabata û Recoyê zêdetirî 900 darên zeytûnan û yên fêkiyan hatin birîn. Darên hatine birîn li Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablûsê hatin firotin.

Komên paramîlîter ên bi rêxistinên Qeter, Quweyt û Filistînê re peywendiyên wan hene, li Efrînê wargehên nû ava dikin. Di vê çarçoveyê de li gundê Şadêr ê girêdayî navçeya Şêrawayê 50 avahî hatin avakirin û erdekê bi qasî 30 hektaran hatin kolandin. Hat ragihandin ku avahiyên behsa xeberê, ji bo guherandina demografyaya herêmê tên avakirin.

 

 

 

Back to top button