ManşêtNûçe

Li Efrînê 5 kes hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî şêniyên resen berdewam in, hate diyarkirin ku 5 kes ji hêla MÎT’a dewleta Tirk hatine revandin.

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê da zanîn ku MÎTʹa dewleat Tirk a dagirker li gundê Enqele yê navçeya Şiyê 2 û li Cindirêsê 3 kes revandin.

Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin ev in: Îmad Kemal Sado (44), Şiyar Mistefa Sado (20) ji gundê Enqelê ne, Mihemed Îbrahîm Mihemed (39) ji gundê Hec Îskender e, Receb Silêman Şewax (42) ji gundê Hemam ê Cindirêsê ye û Eynayet Arif Bekir (56) ji heman navçeyê ye.

Back to top button