JinManşêtNûçe

​​​​​​​Li Efganistanê di 26 rojan de bi kêmanî 9 jin hatin qetilkirin

Li Efganistanê piştî ku Talîbanê rêveberiya welat bi dest xist, zextên li ser jinan zêdetir bûn.

Li gorî nûçeya JINHA’yê jinên ku hatine qetilkirin an jî ber bi xwkuştinê ve hatine birin, wiha ne:

-Di 1’ê Nîsanê de jinek li navçeya Daikundî ji ber nebûna dibistanê ber bi xwe kuştinê ve hat birin û jiyana xwe ji dest da.

-Di 22’ê Adarê de li navçeya Sorxrud a Nangarharê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin. Di encama gulebaranê de du kur û keçek wê birîndar bûn.

-Di 4’ê Nîsanê de, Fehîma ya 15 salî li navçeya Kohistanat a Ser-Pulê ji ber zewicandina ber bi xwe kuştinê ve hat birin û dawî li jiyana xwe anî.

-Di 5’ê Nîsanê de li taxa yekem a bajarê Kandaharê ciwana bi navê Waheed  ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, hat qetilkirin.

-Di 5’ê Nîsanê de, li navçeya Hesarak a Nangarharê zarokeke 18 salî bi teqîna guleyek jiyana xwe ji dest da û zarokekî din ê 16 salî birîndar bû.

-Di 7’ê Nîsanê de, cenazeyê jineke 22 salî ya ku diyar bû çend roj berê hatiye gulebarankirin, ji bîreke avê ya bajarê Nemrozê, hat derxistin.

-Di 7’ê Nîsanê de, li taxa Yakwa Valang a Bamiyanê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate recimkirin û jiyana xwe ji dest da.

-Di 14’ê Nîsanê de, Dr. Zakarî ya 27 salî ku heft mehî ducanî bû, dema diçû nexweşxaneya bajarê Texarê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin.

-Di 19’ê Nîsanê de, jineke 25 salî li navçeya Raghistan a Bedaxşanê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin.

Back to top button