ManşêtNûçe

Li Dresden û Leîpzîgê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezar kirin

Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û civaka raya navneteweyî ku dengê xwe jê re nake, li Dresden û Leîpzîgê li Elmaniyayê hatin şermezarkirin û bang ji bo xwedî derketina li Şoreşa Rojava, hat kirin.

DRESDEN

Kurdistanî, bi banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Dresdenê li Albertplatzê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Hevserokê DKTM ya Dresdenê Bekîr Apak li ser navê Kurdistaniyan axivî. Apak, êrîş şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk her roj êrîşê Rojava dike. Nekarî bi DAÎŞ’ê gav bi gelê Rojava ji paş re bide avêtin lê îro dixwaze bi êrîşan gav bi paş re bide avêtin. Dixwaze qira Kurdan bîne. Ji wê boneyê her tiştî dike. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û qebûl nakin ku êrîşan bike. Divê li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê mirov dengê xwe ji faşîzma Tirk re bike. Em stûyê xwe li ber van êrîşan xwar nakin û têkoşîna me li dijî rejîma AKP-MHP’ê, heta ku dîktatoriya Erdogan û faşîzma dewleta Tirk hilbiweşin wê berdewam be.”

LEÎPZÎG

Li Leîpzîgê hewa ne xweş bû lê Kurd û dostên xwe ku ji bo protestokirina dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya navneteweyî ya li dijî polîtîkayên hiştina Rojava bêyî Kurd, li qada li hemberê îstgeha navendî ya tirênan mîtîng li dar xist.

Li mîtîngê peyamên Rojava Solîbundnîs Leîpzîg, Women Defend Rojava û Gemeînsam Kampfenê hatin xwendin. Şerê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk û guhertina demografiya herêmê û bêdengiya dewletên navneteweyî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ku îşaret pê hat kirin ku bi taybetî piştî daxuyaniya ku wê çeteyên DAÎŞ’ê bên darizandin, êrîşên bi ser Rojava de zêde bûne û hat destnîşankirin ku yên dengê xwe ji qirkirina Kurdan re nakin, ji xwe fedî bikin û tev bigerin.

Back to top button