Li bajarê Barcelona ya paytexta Katalonyayê endamên navenda Jineolojiyê li pirtûkxaneya “Ca la dona” (mala jin) derbarê Jineolojiyê semînerek dan. Nêzî 30 jin tevlî semînerê bûn. Projeya navenda lêkolînê, arşîv û pirtûkxaneya jin a li bajarê Silêmaniyê hatin parvekirin. Di heman demê de derbarê endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ku 4’ê Cotmehê li Silêmanî ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, axaftin hat kirin.
Semîner bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
ANF