JinManşêtNûçe

Li Afganistanê dibistanên xwendekarên keç hatin girtin

Li Afganistanê piştî  ku di Tebaxa 2021’ê de Talîban hat ser rêveberiyê, bi taybetî qedexe û sînordarkirinên ku jinan dikin hedef, her roja diçe zêde dibin. Li bajarên Helmand û Kandahar ên ku dikevin Başûrê welat, Talîbanê ragihand ku bi biryarek ji nişka ve navendên perwerde û enstitûyên ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve tên piştgirîkirin girtine.

Li gorî nûçeya JINHA, li saziyên perwerdeyê yên ku hatine girtin herî zêde zarokên ji polên 6’an û jortir perwerde didîtin. Wezareta perwerdeya girêdayî Talîbanê der barê mijarê de di daxuyaniyê de diyar kir ku li bajarên Helmand û Kandaharê dibistanên mijara gotinê, di encama lêkolîna ku ji aliyê şandeyekê ve hatin kirin de, biryara girtinê dane û xeber dane navendên eleqedar. Herdu bajarên mijara gotinê, wekî navendên bicihbûnê yên ku herî zêde di bin bandora Talîbanê de ne tên zanîn, sedema biryara girtinê nehat ragihandin.

Berdevkê wezareta perwerdeyê Mutavekîl Ahmed piştrast kir ku xebatên navendên perwerdeyê heta biryareke din rawestandine û got: “Biryar li ser giliyên gel hatiye girtin.” Ahmed der barê giliyên mijara gotinê de tu agahiyek neda.

Talîbanê polên ji 6’an û jortir ên dibistanên xwendekarên keç qedexe kiribû.

Back to top button