Gotar

Kurd û dorpêça komployê

Bedran El-Huseynî

Teoreyek heye dibêje: Divê siyasetmedarê serkeftî ji her tiştî bi guman be, û bi çavekî guman li nêzîkatiyên aliyên din binêre, û derxistina pêwistiyan û pêşbînî bike heya ku bighêje armanca ku bixwaze, ev rewş divê li ser hemû aliyên Kurdî pêk were bêyî dûrxistina aliyekî bi taybet ber bi çerxereyên herêmî û navdewletî yên li derdora wan û hêzên bi xirabiyê li bendê wan ne

Sînaroyoya ku herêm tê re derbas dibe û bi taybet  meseleya Kurdî eşkere ye û hewceyî tu şîrove yan xwendinên kur nabe, û zelale weke zelalbûna rokê ku( Domandina çûkan di navbera hevdû de tenê ji bo bidestxistina pêlên zer e), bi taybet di siya qelsbûna serê rêveberiya Emerîkayê ya heyî û siaysetên wêyî çewt li herêmê û nezanebûna wê û ramana li ser mantiqê rêveberê kampaniyê di serkeftin û biketinê de, di destpêkê de ji rastî, delîl û danayên ku Polton di pirtûka xwe de destnîşan kiriye” Odeya ku bû şahidê bûyeran” yê ku tê de gelek komployên ku li dijî kurdan hate çêkirin ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girêsipî, bi derbasbûna dagirkeriya Tirkî-Îranî li ser Başûrê Kurdistanê” Herêma Heftenîn” bi hincet û danezanên derewîn heya ku bighêjin civîna dawîn ku serokê her sê welatan Rûsiya, Tirkiyê û Îranê civand.

Di destpêkirina ji qutbûna wekheviyên çêkirî li herêmê û danayên hestiyar ên konkrê ya ku çav wê şaş nake qonaxa Kurdî gelekî xeternake ji ber ku ew qonaxa hebûn û tunebûnê ye, û hewcdarî hişyariyek siyasî û leşkerî dike li ser hemû ast û eniyan, bi taybet her du hevalbendên dijber- Tirkiya Osmanî û dewleta El-Melalî Îran- tu carî baweriya xwe bi projeyên demokratîk yên li herêmê nayne û yên nêzî sînorên wan, û tiştê ku di daxuyaniya wan ya dawî ya red kirin ji her awayekî ji awayên Rêveberiyên xweser yan jî hewlidanên ferzkirina rastiyek nû li Bakurê Sûriyê, bi teybetî bi pejirandina Pûtînî tenê bi tekezkirina piştrastkirî bêyî xapandin, ev helwesta Rûsî bi anlizên mantiqî tê xwendin ku ew ronahiyek keske ji şer ê ku Tirkiyê pêk tîne li ser sînorê wêyî başûrî li dijî kurdan yan li dijî her hebûnek wan, û dagirkirina hin parçeyê din û guhertina rastiya nû û kevin bi hêza leşkerî, kuştin û hilwişandin.

Ev hesabên di rastiya kurdî de wê gelek zextên hebûnî berhev bike dibe ku rê li ber ku dev ji gelek tiştên mezin berdin û kuştina hêvî û daxwazên gelê Kurd, ev ji me hemûyan hewcdar dike ku deriyê vekirî lêdin, û raghandina kaxizên zextê yên li cem me û bi karanîna wê di forûmên Navdewletî û Erebî û bi derketina wê doza gelê kurd û zordariya wê; ew ji gunehe ku em texmîn bikin yan bawer bikin ku Tirkiyê şerê aliyekî yan komek taybetî ji kurdan dike, ew anomaliyên  fikra rast ê ku texmîn dike ku di zihniyeta Tirkiyê de ast, pile û çinînên kurdan hene( Kurdê baş û kurdê xerab) û delîlên dîrokî yên nêz û dûr şahidê rêça siyaseta Tirkiyê û riyên wê nijedperestî li dijî kurdan bi giştî.

Back to top button