ManşêtNûçe

Koordînasyona Rêveberiya Xweser a li Brukselê pêşwaziya şandeyeke Belçîkayê kir

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyek Belçîkayê re hevdîtin kir. Di şandeya Belçîkayê de nûnerên meclisên şaredariyên Bruksel, Liege, Leuven û Herzlê, nûnerên saziyên civaka sivîl, rojnamevan, siyasetmedar û serokê Enstîtûya Kurdî ya Belçîkayê Derwêş Ferho, pêk hat.

Di şandeya Rêveberiya Xweser de jî nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnera Rêveberiya Xweser Hozan Xelîl, cih girt.

Hevdîtin li avahiya Koordînasyona Rêveberiya Xweser a li Brukselê pêk hat.

Di hevdîtinê de şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser geşedan û astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li herêmên Rêveberiya Xweser, şerê li dijî DAIŞ`ê û girîngiya ku hêzên navneteweyî li hember vê yekê berpirsyariyên xwe bînin cih.

Di hevdîtinê de her du aliyan li ser danîna plan û bernameyan ji bo piştgiriya projeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên têkildarî rewşa tenduristî, jîngeh, perwerde, ava vexwarinê û kanalîzasyonê, her wiha li ser hevkariya di navbera zanîngeh û şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên Belçîkayê de, hat lihevkirin.

Back to top button