ManşêtNûçe

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî bi tundî şermezar kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina jina ciwan a Seqizî Jîna Emînî (22) ya ji ber êşkenceya hêzên polîsên Îranê yên bi navê “dijî bê hîcabiyê” hat qetilkirin bi tundî şermezar kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dagirkerên Kurdistanê ji bo tunekirina xelkê Kurdistanê xwe ji tu rêbazên êşkence û kuştinê dûr nagirin û got, “Bi hincetên bê bingeh berdewam sûcan dikin. Jîna Emînî (Mehsa) ku jineke ciwan a 22 salî û xelkê bajarê Seqizê ye di dema çûyîna Tehranê bi hinceta ku laçke nedaniye serê xwe ji aliyê polîsên ku weke polîsên asayîşa exlaqî (dijî bê hîcabiyê) tên naskirin tê destgîrkirin. Piştre di bin êşkenceyê de tê şehîdkirin. Tawanekî din a ne tenê binpêkirina eşkere ya mafê mirov e, belku di heman demê de yasayên rejîmeke dîktator û dirinde dixe ber lêpirsîna exlaqî, yasayî û siyasî.

Çend roj beriya vê tawanê xwefiroş û nokerekî rejîmê li bajarê Merîwanê xwest destdirêjiyê li ser jineke ciwan bike, wê jî ji bo parastina rûmeta xwe xwe li ser balkona malê avête xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Ew hemû şêwazên cuda yên tawanan ên li wî welatî ji aliyê dezgehên fermî û polîsên rejîmê ve li ber çavên cîhanê tên kirin. Ew hemû tevî tepisandina hemû dengên azadî û edaletê bûne karnameya rejîma Îranê.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi tundî wê tawanê û kiryarên wê şermezar dikin. Sersaxiyê ji malbat, hevrê û dostên qurbaniyan re dixwazin. Ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê dixwazin ku weke xelkê Seqizê ku çawa daketin kolanan û li dijî wê tawanê dengê xwe bilind kirin, bi heman şêweyî li cihên din jî nerazîbûnê nîşan bidin û careke din êrîş û destdirêjiyên wiha qebûl nekin. Bi taybetî jî jin ku rasterast tawanên bi wî rengî li ser wan tên kirin divê bêdeng û bê helwest nebin.”

ANF

Back to top button