ManşêtNûçe

Kongreya Star: Em ê di xeta her sê hevalan de têkoşîna jinê mezin bikin

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê li dijî êrîşa dewleta Tirk ya li ser gundê Helincê daxuyanî da çapemeniyê.

Dewleta Tirk di 23’ê vê mehê de bi balafirên keşifê yên bê mirov li gundê Helincê da, di encama êrîşê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê li parka Şehîd Fatma  daxuyanî dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Madlên Şêx Xidir ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:  

“Bi salane hişmendiya mêr-dewletê û dagirkeriya dewleta tirk jinên têkoşer û pêşengên jiyanê dikin armanca êrîşên xwe yên hovane. Ew bûn ku awazê jiyanê bi hêza xwe ya pêşengtî û bedewiya ramanên xwe dixemilandin. Her kêliya şoreşên azadiyê bi têkoşîn û pêşengtiya jinên têkoşer tê xemilandin. Ne cara yekeme ku sê jinên pêşeng, siyasetmedar, şoreşger û berxwedêr dibin armanca êrîşên desthiladaran. Me jinan bi armanca azadiya civakek demokratîk mohra xwe li rûpelên dîrokê daye. Em ê di her kêliya jiyanê de bibin xwedî jiyanek azad û dengê hemû jinên têkoşer.

Dewleta tirk ya dagirker di 23’ê Hezîranê de di saetên êvarê de bi balafirên keşfê yên bê mirov, bi awayekî hovane êrîşî gûndê Helincê kir û di encama vê êrîşa dermirovî de sê hevalên me, pêşengên gel û jinan jiyana xwe ji dest dan. Armanca sereke ya van êrîşan ew e ku vîna jina Kurd bide tunekirin. Êrîşa ku pêk hat ne êrîşek ji rêzê ye. Yekem armanca vê êrîşê tunekirina pêşengên jinan bûn. Di heman demê de îro salvegera komkujiya Kobanê ye ku di 25’ê Hezîrana 2015’an de bi hevkariya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Hersê hevalên me jî xwedî keda azadkirina bajarê Kobanê bûn. Ew bûn yên ku di her buhusta vê axê de ji bo azadiyê xwêdan rijandibûn û îro jî axa Kobanê ya bi têkoşînê hatî azadkirin bi xwîna xwe av dan.

Wan di her kêliya jiyana xwe de ji bo serkeftinê bê navber têkoşîn dan meşandin. Em jî weke rêheval û şagirtên wan, wê sozê didin ku di her kêliya jiyanê de ji boy azadiya jin-civakê têkoşînê  bidin meşandin û heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser şopa wan bimeşin. Dagirkeriya tirk û dijminê jinan wer bawer dike ku wê vîna me bi êrîşên xwe yê hovane bide tunekirin û bi me gav paş de bide avêtin. Lê em weke şagirtên Zehrayan wê sozê didin, jinan ku em ê tu caran gav paşde neavêjin û em ê di her kêliyê de bibin deng û vîna jinên têkoşer.

Êrîşa dewleta tirk ku li ser pêşeng û rêhevalên me pêk anîn, bêdengiya hêzên koalisyon û dewleta Rusiyayê  em şermezar dikin. Bêdengiya wan ya li beranberî van cureyên êrîşan dide diyarkirin ku ew jî hevkarên dewleta tirk in. Ji ber komkujî û êrîşên wan yên li ser jinên siyasetmedar û gelên herêmê divê hesab ji wan were xwestin.

Em weke tevgera jinên azad bang li hemû jinên cîhanê û jinên siyasetmedar dikin ku li beranberî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û mil bidin milê me, em xwedî li keda jinên têkoşer û pêşengên şoreşên jin derkevin. Em weke şagirtên wan soz didin ku xwedî li têkoşîna wan derkevin û di her kêliya jiyanê de bibin hêza bingehîn ya avakirina civaka demokrat û azadiya zayendan. Em ê bê navber di xeta Zehra, Hebûn û dayê Emîne de têkoşîna azadiya jin bidin meşandin.

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinên azad” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

JINNEWS

Back to top button