ManşêtNûçe

Kongreya Star 9’emîn kongreyê xwe li dar xist

Bi drûşmeya “Bi ruhê Têkoşîna Şoreşa Jinê Em ê Serhijldana Jin Jiyan Azadî Ser bixin”, Kongreya Star kongireya xwe ya giştî ya 9’emîn duh di dîroka 2023-1-15 li hola Serdema ya çand û huer li bajarê Hesekê hat li dar xist.

Di kongir de nêzî 1000 endam, kordînasyonên Kongreya Star ya Şamê, wekî din tevger û rêxistinên jinan li bakur û rojhilatênSûriya û partiyên siyasî( Desteya Jin ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, Meclisa Sûriya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekîniyên Parastina Jin YPJ, Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn) hazir bûn.

Kongira giştî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre gotina vekirinê ji hêla Rîhan Loqo hate kirin, tê de bi xêr hatina mêvanan kir û li darxistina kongir li rêber Apo û tevahiya pêşengên şoreşa bakur û rojhilatê Sûriya pîroz kir her wiha şehîd ( Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Zehra Birkil, Yadê Eqîde, Evîn Goyî, Gulê Selmo û Yadê Emîna Wêsî) bi bîr anî.

Piştî gotina vekirinê meclisa dîwanê ji 5 endaman hat hilbijartin, piştre jî nirxandinên rêber Abdullah Ocelan yên têkildarî têkoşîna jinê hate xwendin

Gelek peyamên pîrozbahiyê ji bi li dar xistina hate şandin, di peyamanan de li darxistina kongir hate pîroz kirin û hêviya serkeftinê xwestin. Her wiha jinên ji tevahiya cîhanê jî di riya vîdyoyek tomarkirî de li dar xistina kongir pîroz kirin.

Xebatên kongir bi hin guhertinên di Peymana Kongra Star de hatin kirin û erêkirina berdewam kir, tê de gelek komîteyên din hatin avakirin û zêde kirina ên weke Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Jiyana Azad, Komîteya Parastina Cewherî  tê de (Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, Hêzên Parastina Civakî – Jin), û Komîteya Disîplînê û guhertina navê Komîteya Têkilî û Peymanên Demokratîk bi Komîteya Têkilî, Peyman û Siyaseta Demokratîk, li gel guhertina pêşiya rêziknameyê ji bo li gorî komîteyên nû yên hatine zêdekirin be.

Kongir bi hilbijartina kordînatoreke nû ya Kongra Star ku ji 7 endaman pêk (Remziye Mihemed, Welîda Botî, Rîhan Loqo, Sûad Hesen, Hevî Silêman, Şadiya Yûsif û Nisrîn Doku) bi dawî bû.

Kongreya 9`emîn a Kongra Star bi van biryaran bi dawî bû :

Li ser biryarên di kongreya 8`emîn de derketine ji nû ve kar bê kirin, ji bo şikandina pergala tecrîdê li Îmraliyê û belavkirina firkê Rêber Ocalan Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê avakirin, Lidarxistina konferansekê li ser paradîgmaya Rêber Ocalan, Birxêstinkirin û mayîndekirina xebatên Kongra Star li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî, erêkirina hemû pêşniyer û biryarên di civînên salane û konferansên 2022`yan de derketine di nava sazûmaniya Kongra Star de, Hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed , Hediya Ebdullah û Çîçek Harûnî yên ku di Komkujiya Teqil Beqil de şehîd bûne wekî şehîd û sembolên berxwedana gel bên hesibandin, Navê Akademiya Star a li Rimêlanê bo Akademiya Leyla Agirî bê guhertin û akademiyek navendî bi navê Şehîd Zeyneb Mihemed (Zeyneb Saroxan) li bajarê Hesekê bê vekirin, Xurtkirina rola komînan û ji nû ve aktîvkirina wan, Avakirina Komîteya Dîspilînê, Avakirina Komîteya Parastina Cewherî, Avakirina pirtûkxaneya jinê, Vekirina parka jina azad bi navê Jîna Emînî, Avakirina gundên pêşketî, Vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo kadroyê Kongra Star, lidarxistina Konferansa Mala Jinan her 6 mehan ji bo birêxistinkirina xebatên wan, xurtkirina têkiliyên demokratîk bi komîteyên ekolojiyê yên navneteweyî re.”

Back to top button