ManşêtNûçe

Kongra Star Roja Kedkarên Cîhanê pîroz kir  

Meclîsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand û 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê pîroz kir .

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Roja Cejna Kedkarên Cîhanê li tevahî dayik, cotkar, karker û şoreşgerên kedkarên avakirin û azadkirina jiyana gelan ji koletî û zordestiyê pîroz be. Bi saya kar, xebat, berxwedan û keda Rêber Apo jin, zarok, mêr, pîr û kal bi rûmet û azad dijîn. Bi riya xwepêşandan û meşê bi ruhê têkoşîn û serhildanê ji aliyê çîna proleterya ve ku hejmarek karmend li herêma Şîkoxo Haymarkt di sala 1886’an de ku li ser rojekê heta heşt seatan karê xwe sekinandin û daxwaza kêmkirina seatên kar kirin. Lê belê desthilatdariya ku îrade û hebûna mirovan nabînin, bû sedema şehîdxistina nêzî 11 karkeran. Bandora şehadeta wan bû sedema ku ev roj wek roja serhildan û berxwedana li hember kedxweriyê were pîrozkirin.

Bi derketin û pêşxistina şoreşa endustryalîzmê re, ruxmê ku pêşketinên baş jî çêbûne, ji ber ku xweza û jiyana mirovan baş nekiriye û veguheriye çavbirçîtiyê û sermayeyê bûye weke nexweşiyeke li hember jin, civakê. Wekî ku Rêber Apo destnîşan dike: ‘Endustriyalîzmê li kevçika dilê cotkariyê xistiye. Cotkariya hêmanê bingehîn ê civaka mirov û amûrê hebûna wî ye, li hemberî endustriyê hildiweşe. Ev xebata pîroz a 15 hezar salan mirovahiyê li ser piyan girtiye îro di halê xwe de hatiye hiştin. Ev neheqiya ku li hemberî nirxê keda mirov hê zêdetir bûye, ji ber ku di riya wê re qutbûna ji keddayînê bi taybetî di nava ax û erdê de çêbû, ev yek jî dibe sedema belavbûna betalî û bêkariyê weke nexweşiyekê di nava civakê de bi rengekî sîstematîk rê li ber koçberiya ji welat jî vedike’.

Di nava vê sîstema ji jiyanê qut a herî bêqîmet hatiye hiştin jin e, ji ber ku her çiqasî bi têkoşîn û israra ji ber avakirin û parastina civak û hawirdorê ji xeterê wê li ber xwe dide jî lê ya herî ku ked, xebat û karê wê bê nirx tê dîtin û weke heqdesta erzan û bê berdêl hatiye hiştin ew e. Ji bo ku em careke din welatê xwe û civaka xwe azad bikin û jiyana cotkariyê biparêzin û nirxên keda destên xwe li hemberî makîne û amûrên sanayiyê ku wek robot li şûna mirovan tên şixûlandin, bisekinin. Pêwîst e em careke din vegera li gund, cotkarî û çandiniyê xurt bikin ji bo ku em jiyana ekolojîk û bi rûmet bijîn, ji ber ku betalî di jiyanê de bêrûmetî ye.

Bi navê Meclîsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga me ji hemû jinên kedkar û têkoşer re ew e ku pêşengiyê ji kar û kedê re bikin û ti kesê bê kar nehêlin. Şoreş û biserxistina wê bi têkoşîn û kedê mîsoger dibe, bila her roj bibin cejn û roja kedkarên cîhanê.”

Back to top button