ManşêtNûçe

KON-MED’ê bang li Kurdan kir ku berê xwe bidin Parîsê

Konfederasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê hatin şehîdxistin, wê sibe merasîma cenaze bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd wê hesabê van komkujiyan teqez bipirse û hate gotin, “Dadgeriya Fransayê jî divê dest ji vê helwesta xwe berde ku wijdanê civakê bi taybetî jî wijdanê civaka Fransayê diêşîne.

Em ê bi hemû rê û rêbazên demokratîk û hiqûqî hesabê şehîdan bipirsin. Em bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê dikin ku wezîfeya xwe ya ji bo şehîdan bi cih bînin û berê xwe bidin Parîsê. Di 3’ê Çileya 2023’an de em ê hersê şehîdên xwe bişînin Kurdistanê. Ji bo bîranîna wan, em bi rengekî xurt şehîdên xwe bişînin.”

ANF

Back to top button