ManşêtNûçe

KON-MED: Em bi deh hezaran kes werin Berlînê

KON-MED’ê derbarê hatina Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan daxuyaniyek weşand û got” Werin em ji bo meşa girseyî ya Înîsiyatîfa Erdogan Not Welcome’ ku di 27’ê Çileyê de li Berlînê wê were lidarxistin, em seferber bibin.”

Di daxuyaniya KON-MED’ê de ev tişt hate gotin:

“Em baş dizanin, ku di rojeva hevdîtinên Erdogan yên li Elmanyayê wê  pêk werin, dijminahiya gelê Kurd e. Dîktator Erdogan, êrişên li dijî gelê Kurd ne tenê li çar aliyên Kurdistanê, li her derê pêk tîne. Ji êrişên sûcên şer ên li dijî gerîla yên li Başûrê Kurdistanê heta qetilkirin hersê hevrêyên me yên li Parîsê hemû di çarçoveya konsepta qirkirina gelê Kurd de pêk tê.

Dîktator Erdogan ku bi awayekî vekirî vê yekê dibêje û dike û wê serdana wê ya li Berlînê jî di vê çarçoveyê de be. Ew di lêgerîna alîkariyê ya bi şerê li dijî gelê Kurd de ye. Dîktatorekî bi vî rengî ku divê di dadgehên navneteweyî bê darizandin, hîna jî sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û di lêgerîna piştgiriyê de ye. Ev yek tu carî nayê pejirandin. Li Tirkiyeyê ku faşîzm bûye îdeolojiya fermî, bêdengiya hêzên navneteweyî hêzê dide dîktator Erdogan. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj her carê vê piştgiriya hêzên navneteweyî bi dest dixe. Dîktator Erdogan ji bo ku destketiyên gelê Kurd çênebin, çi ji destê wî tê dike. Helwesta li hemberî dîktatorekî bi vî rengî di wijdana mirovahiyê de cihê xwe tineye.

Divê êdî Hikumeta Almaniya hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker re bi dawî bike. Hikumeta Almaniya ku ji aliyekî ve qala demokrasî û azadiyê dike, ji aliyê din ve piştgiriyê dide dîktatorekî ku gelê Kurd qir dike. Azadî û demokrasî welê bi nirx in ku ji bo van hevkariyên qirêj nayên qurbanîkirin. Dîktator Erdogan wê bi awayekî vekirî dijminahiya gelê Kurd ji hikumeta Almanyayê bixwaze. Wê ji bo şerê xwe yê li dijî gelê Kurd piştgiriyê bixwaze û wê ji hikumeta Almanyayê bixwaze ku Kurdên li Almanyayê dijîn, krîmînalîze bikin. Helwesta dîktator Erdogan heta roja me ya îro bi vî rengî bû. Em wek bi deh hezaran Kurd û dostên gelê Kurd li qada çalakiyê bibin. Em ê nîşan bidin, ku em van hevkariyên qirêj qebûl nakin. Kesekî sûcdarê şer, kesekî komkujiyan dike divê çawa bê pêşwazîkirin, em jî dîktator Erdogan bi wî rengî pêşwazî bikin.

Em careke din bang li hikumeta Almanyayê dikin, hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker re bi dawî bikin. Dev ji polîtîkayên xwe yên heyî yên li dijî gelê Kurd berdin.

Çalakî wê di 27’ê Çileyê de saet di 13.00’an de li Bundeskanzleramtê were kirin.”

ANF

Back to top button