ManşêtNûçe

KCDK-E’yê bang li OPCW’ê kir ku erkên xwe yên hiqûqî pêk bîne

Konfederasyona Ciwanên Kurdistaniyên li a Ewropa (KCDK-E), nerazîbûn nîşanî OPCW da û diyar kir ku hewl dide bikaranîna çekên kîmyewî rewa bike.

Hevserokên KCDK-E’yê got, “Rejîma Erdogan ji ber bêdengiya OPCW û dewletên endamê wê dikare qetlîamên xwe li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê û sivîlan bidomîne. Tevî ku Wezîrê Parastina Tirkiye Hulusî Akar, bi eşkere qebûl kir ku desthilatdarî li hemberî Kurdên li Iraqê çekên kîmyewî yên qedexe bikar tine jî, OPCW xwe bêdeng dike.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Halbûkî OPCW di dema avabûna xwe de xuya kiribû ku gefa çekên kîmyewî û bikaranîna wan ji holê rabike. 193 welat Peymana Çekên Kîmyewî qebûl kirin û peymanek navneteweyî vajo kirin. OPCW di 19’ê Cotmehê de li ser hesaba xwe ya twîterê diyar kir ku tenê bi banga dewletkî endama peymanê dikare bikeve lîv û tevgerê. OPCW wan gelan di însafa dewletên qetlîamker de dihêle û qetîamên sîstematîk dipejirîne.

Me di paşeroja nêzîk de dîtibû ku OPCW li Dûma û Gûtayê li ser diyardeyên bikaranîna çekên kîmyewî ketibû nava lîv û tevgerê û heyetek ji bo lêkolînkirina bûyerê şandibû. Lê guhê xwe li hemberî daxwazên gelê Kurd ku 45 mîlyon nifusa wan heye digre, ev li hemberî gelê Kurd bêhurmetiyekî ye.

OPCW divê êdî belgeyên ku gelê Kurd û IPPNW ji wan re şandiye weke delîl bigre dest û bersivekî erênî bide bangên gelê Kurd. Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî divê heyetek bişînin herêmê û tişta pêwîst bê pêk anîn.

Gelê Kurd heta ku OPCW û dewletên endamên wê bikevin nava lîv û tevgerê di kolanan de bin û mafên xwe yên demokratîk bi awayekî bibiryar bigerin.

Em bang li OPCW’ê dikin ku bi awayek lêz erkên xwe yên hiqûqî û gerdûnî pêk bîne.”

ANF

Back to top button