JinManşêtNûçe

Jinên şoreşger bi merasimên girseyî hatin bibîranîn

3 jinên şoreşger bi merasimên girseyî hatin bibîranîn, Jinan wêneyên şehîdên her du komkujiyên Parîsê û posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên “Bi rihê şehîdên Parîsê em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” vekirin.

Qamişlo

Bi pêşengiya Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan, bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiya Parîsê şermezar kir. Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûber veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongra Star Şaha Xelîl Komkujiya Parîsê şermezar kir û got: “Şehîd Sakîne ji salên 80’yî ve têkoşîn kir, li hemberî faşîzmê serî hilda û ji bo parastinê tevgerê berdêlên giran da. Şehîd Sakîne di tevahî mercan de tê koşiya û di têkoşînê xwe israr kir ta gihaşt asta şehadetê.”

Ji Rêveberên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Cewahir Osman jî bal kişand ser her du komkujiyên Parîsê û wiha got: “Her sê jinên têkoşer di komkujiyekê de şehîd bûn, piştre komkujiyeke din li dijî 3 têkoşerên pêk hat. Her du komkujî li navenda paytexta Fransayê ya ku îdiaya demokrasî û parastina mafên mirovan dike, pêk hat. Lê mafên mirovan li ber çavê wê tên binpêkirin.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên bi banga hesabpirsînê ji qatilên jinan bi dawî bû.

Kobanê

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Meş ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir û li Dibistana Şehîd Seydo sekinî. Li virî endama Meclisa PYD’ê Mehabat Koçer bal kişand ser têkoşîna jinan a piştî avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rola her sê jinên pêşengê a li hemberî pergala baviksalar.

Mehabat anî ziman ku serekftinên ku jinan îro bi dest xistine berhemên têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û ramanên Rêber Abdullah Ocalan in.

Şam

Li Şamê jî, Meclisa Kongra Star şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn bi civînekê bi bîr anîn. Civîn li taxa Zorava ya Şamê bi tevlêbûna bi dehan jinan hate lidarxistin. Di civînê de endama Kongra Star a Şamê Newroz Xelîl daxuyaniyek da û got dewleta Tirk a dagirker ji bo vemirandina çirûska şoreşa jinan her sê jin; Sara, Rojbîn û Ronahî şehîd xistin, lê belê bi ser neket. Newroz diyar kir ku ew nemir in û şoreşa wan ya li hember zordaran berdewam e.

Hesekê

Li bajarê Hesekê jî bi beşdarbûna bi sedanên jinê ji bajar û navçeyên Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Şedadê û Holê meşek hat lidarxistin. Meş li Çerxerêya Sînalko ya li bajarê Hesekê dest pê kir û li çerxerêya Kevokê bi dawî bû.

Di çalakiyê de rêvebera Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Fatima Keleş di  kesayeta şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de tevahî şehîdên têkoşîna azadiya bi bîr anîn. Fatima Keleş komkujî şermezar kir û got, dê têkoşîna berdewam bikin ta azadiya tevahî jinan mîsoger bikin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.

Tebqa

Li kantona Tebqayê meşek ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hat lidarxistin. Bi sedan jin û xelkê kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte, nivîsgehên girêdayî mecilsê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspiyên kantonê û tevgerên jinan û ciwanan beşdarî meşê bûn ku li taxa sêyemîn li pêşiya Rêveberiya Dergehan dest pê kir. Meş li taxa duyemîn li pêşiya navenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rawestiya û veguherî mîtingê.

Endama Rêveberiya meclisê, Semîre Hebeş axivî û got: “Siyasetên sûcdariyê yên dewleta Tirk li Sûriye û derveyî wê jî ranewestin. Komkujiyên li dijî gelan û têkoşeran pêk anîna, hîna di bîran wan gelan de zindî ne.”

Semîre şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn û diyar kir ku terora ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê û Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne berdewam e û civata navneteweyî bi bêdengiya xwe rê dide dagirkeriyê ku sûc û komkujiyên dîtir bike.

Semîre soz da şehîdan ku rêya wan berdewam bikin û destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin, ji bo ku gel bigihêje azadî û mafê xwe têkoşîna ku şervanên hêzên leşkerî li dijî dagirkeriyê nîşan didin, wê berdewam bikin.

 

Back to top button