ManşêtNûçe

Jinên Qmişlo komkujiya Helincê şermezar kirin  

Bi sedan jin û şêniyên bajarê Qamişloyê li pêş navenda NY ’yê kom bûn  û kumkujiya artêşa Tirk a dagirker ku duh li gundê Helincê yê Kobanê pêk anî û êrişên wê yên li ser Kurdistanê şermezar kirin, di vî derbarî de Kordînasiyona Jin di Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîda hinek axaftin hatin kirin, kordînasiyona kongreya star Daliya Henan axivî û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Seyîd axivî, her wiha axaftvanan êrîşa dewleta Tirkiyê li ser gundê Helcinê bi tundî şermezar kirin.

Her wiha piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser Rewda Hesen hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:    

Ji destpêka şoreşa 19’ê Tirmehê dewleta Tirk dijminatiya vîna gelan kir. Bi hêzên çete re bû alîkar da ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Bi çeteyên mîna DAIŞ, Cebhet El- Nusra, Ehrari El- Şam dixwast herêmê dagir bike, lê ev hemû pilan bi bin ketin. Dewleta Tirk bi awayekî ne rawa herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û li pêşiya çavên cîhanê kiryarên dijmirovahî derheqê gelan de dide meşandin. Dewleta Tirk berjewendiyên xwe di nava lawaztiya pergala Sûriyeyê de û li gor hevpeymana Misaqî Milî li Sûriyeyê fireh kirin. Herî zêde bandora van berjewendiyan li herêmê me mayinde kir û li herêmên dagirkirî kiryarên bêexlaq derheqê mirov û bi taybet jinan de tê kirin. Êrîşa herî dawî ya dewleta Tirk ên li ser gundê Helincê ya Kantona Kobanê hêza jinan û hebûna wan armanc girt û di encamê de hevala me Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel jiyana xwe ji dest da. Em weke Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Banga me ji hemû rêxistinên mirovahî re heye bi erka xwe ya ehlaqî rabin dewleta Tirk li ser van kiryarên wê ceza bikin.”

           

 

 

Back to top button