ÇalakîJinManşêt

Jinên PYDê beşdarî semînera diyalogê li Reqayê dibin

Duh, duşemê Meclisa Jinên Sûriyê li bajarê Reqayê semînereke bi serenava “Jin û avakirina aştiyê” di nav rêz hemleya “Têkoşîna tundiya li dijî jinê” ya ku tê de çalakiyên curbecur di meha Mijdarê tên li dar xistin, organîz kir.

Endamên nivîsgeha jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD de li bajarê Reqayê, û hejmarek ji jinên nûnerên meclisa sivîl û leşkerî herwiha tevgerên jinan û jinên serbixwe beşdarî semîner bûn.

Semîner ji aliyê birêz Suad Mardînê hat pêşkêşkir.

Di semînerê de ravekirinên girîng û mijarên curbecur hebûn ku yên herî girîng ev in:

– Rola jinê di bazara kar de.

– Rola jinê di siyasetê de.

– Rola jinê di çandiniyê de.

– Rola jinê di nava hêzên çekdarî de.

– tevlîbûna jinê di pêşveçûnê de.

Di dawiya semînerê de, nîqaşên derbarê mijarên semînerê ji dliyê jinên beşdar hat kirin.

 

Back to top button