JinManşêtNûçe

Jinên ji Reqayê piştgiriya xwe bi xwepêşandanên xelkê Siwêdayê re nîşan da

Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi xwepêşandanên xelkê Siwêdayê re nîşan da. Daxuyanî bi amadebşna jinên Reqayê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên partiyên siyasî û meclisên sivîl ji aliyê rêvebera meclisa kombûnê Xud El Îsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate goitn, xwepêşandanên li Siwêdayê û gelek deverên din ên Sûriyeyê yên bi banga hilweşandina rejîma serdest û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an di roja 9’an de dewam dikin.

Her wiha hate diyarkirin ku xwepêşandanên aştiyane encamên rewşa debarê ya aloz e û wiha hate gotin: “Gelê Sûriyeyê ji ber qetilkirin, koçberkirin û destwerdana dewletên derve gelek êş û azar kişand.”

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bal kişand ser rewşa jinan a di 12 salên aloziya Sûriyeyê de û wiha got: “Jinan berdêlên gelekî giran dan. Jin di vê aloziyê de hatin qetilkirin, koçberkirin û girtin. Her wiha bav, bira, kur û hevjînê xwe ji dest dan. Ji vê zêdetir rewşa debarê, rewşa aborî û ya civakî kêrt bûne. Di encamê de jin neçar man malên xwe biterikînin û li kampan bi cih bibin.”

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê piştgiriya xwe bi xwepêşanderên li bajarên Sûriyeyê yên li dijî siyasetên hikumeta Şamê anîn ziman û bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderan şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê kir ku biryarên navneteweyî bi cih bîne û got, çareseriya aloziya Sûriyeyê siyasî ye û bi beşdarbûna tevahî gelê Sûriyeyê pêkan e.

Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê di dawiyê de got: “Em di wê baweriyê de ku çareserî bi rêya diyalogên sûriyayî yên aştiyane di destê sûriyeyan de ye. Careke din em piştgiriya xwe bi van xwepêşandanan re tînin ziman. Em banga li tevahî sûriyeyan dikin ku piştgiriyê bidin xwepêşandanên xelkê Siwêdayê.”

Back to top button