ÇalakîJinManşêt

Jinên ciwan ên PYD’ê qetilkirina zaroka li Hesekê şermezar kir  

Jinên ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê duh 4’ê Tîrehê bi daxuyaniyekê qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo şermezar kir. Daxuyanî li Nivîsgeha Jinan PYD’ê ya taxa Salihiyê ji aliyê endama rêveber a Meclisa Jinên Ciwan Delal Biro ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye::

“Digel têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi armanca xwegihandina maf, azadî û jiyana birûmet di civakeke ji tundiyê vala de, îro li dijî jinan hovanetirîn sûc pêk tên, jê înkarkirina hebûn, paşguhkirina rola wê ya pêşeng di civakê de û pêkanîna desthilatiya li dijî wan di tevahî aliyên jiyanê de.

Her wiha hin adet û kevneşopî hene ku jinan ji xwendin, xwezanakirinê mehrûm dikin. Tundiya li dijî jinan ji sûcên herî zêde li dijî mafên mirovan pêk tê, ev rêbaz û tundiyeke ne şaristanî ye ku jin tên qetilkirin, derûnî û bedena wê tên xirabkirin.

Beriya çend rojan sûcekî hovane li dijî zaroka bi nave Îda El-Hemûdî El-Seîdo (13) pêk hat û dîmena qetilkirina wê ya dermirovî hat belavkirin.

Em jinên ciwan ên PYD’ê vê sûcê û tevahî sûcên li dijî jinan şermezar dikin û banga pêkanîna qanûnên ku mafên jinan diparêzin û cezayên giran li sûcdaran digirin, dikin. Her wiha divê tedbîrên aktîf ên qedexekirina qetilkirina jinan û cezakirina sûcdaran werin girtin.”

Back to top button