ÇalakîJinNûçe

şêniyên Qamişlo cezayê darvekirinê yê li dijî 2 jinan û girtina jinên din li Efrîna dagirkirî bi meşekê şermezarkirin

bi meşekê şêniyên bajarê Qamişlo cezayê darvekirinê yê li dijî 2 jinan û girtina jinên din li Efrîna dagirkirî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

Meş kongra star rêxistin kir, bi tevlîbûna rêxistinên jinan, kombenda Efrîn û hemî saziyên Rêveberiya xweser.

Meş ji kolana dermanxaneya Deham bi rakirina wêneyên her 9 jinan û bi sloganan despêkir ta ku gihiştin pêşiya navenda netewên yekbûyî.

Paşê jin bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê  rawestiayn, bi navê kongra star Remziya Mihemed axifî.

Meş bi sloganên na ji dagirkeriyê re, jin jiyan azadî bi dawî bû.

 

Back to top button