ManşêtNûçe

​​​​​​​Jîna Emînî hate bibîranîn

Meclisên jinan ên Qamişlo, Tebaq û Dêrikê yên Kongreya Îslama Demokratîk û Navenda Olê ya Demokratîk a li Amûdê daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî ji hêla endam û rêveberên saziyên navborî hate xwendin. Li Qamişlo Ebîr Şetê, li Dêrikê Sena Mehmûd, li Amûdê Ahîn Şerîf û li Tebqayê Beyda El Ehmed daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em îro serê xwe li hember şoreşa jinan bilind dikin, ku bi qetilkirina Jîna Emînî ji hêla polîsên exlaqê ve di 16′ê Îlona 2022′yan de dest pê kir. Jîna Emînî bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye hat qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna re çirûska serhildanê dest pê kir û Jîna Emînî bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû sembola cîhanê û li hember siyaseta melalî û siyasetên çewisandinê yên li dijî jinan sekinî.

Şoreşa jinan ne tenê doza laçikê bû, lê belê doza gelekî di bin desthilata rejîma faşîst de ku ol hincet digirt û bi wê mafên gel ên hêsan nedida, tenê nîjadperestiya olî û fikrî li ser gel ferz dike. Dema em li ser cihê jin di îslamê de diaxivin, diyar dibe ku îslamê mafên jinan daye. Lê adaet, kevneşopî û desthilata oldaran zulm li jinê kiriye.

Em destek û piştgiriyê didin şoreşa jinan li tevahî cîhanê û nêrîna kêm li jinan di bin navê ola îslamê de şermezar dikin. Ola îslamê olekî aştîxwaz û hezkirîxwaz e, tu cudahiyê naxe navbera jin û mêran, tenê bi xebata baş. Ola îslamê hewl dide edalet û wekheviyê di navbera her du zayendan de pêk bîne.”

QAMIŞLO

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a Qamişloyê ji bo piştgiriya serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi sedan jinên ji tevahî pêkhateyan beşdar bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Kongra Star a Qamişloyê Şaha Xelîl axivî û got serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çîrûskek e hêza xwe ji berxwedana jina Kurd a di dirêjahiya dîrokê de wergirt û wiha got: “Ew yek dewama berxweana Barîn, Avêsta li Rojava ye, her wiha dewama berxwedana Şîlan û Leyla li Başûr e, dewama berxwedana Bêrîvan û Zîlan li Bakur e û dewama berxwedana Ronahî li Ewropayê ye. Li ser bingeha berxwedana van şehîdan û li gorî rastiya ′Jin, Jiyan, Azadî′ a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye serhildan hate lidarxistin.”

Çalakî bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.

TIL BIRAK

Têkildarî mijarê Kongra Star a Til Birakê ya Qamişloyê çalakiyek bi beşdariya bi dehan jin, endamên saziyên sivîl li dar xist.

Di çalakiya piştgiriyê de endama Kongra Star a Til Birakê Ezra El Hisên axivî û Jîna Emînî bi bîr anîn û wiha got: “Em îro li vir Jîna Emînî ku ji hêla rejîma desthilat ve bi zulm hatiye qetilkirin kom bûne.”

Ezra wiha dawî li gotina xwe anî: “Em vê kiryar û sûca li dijî Jîna Emînî şermezar dikin. Ola îslamê olekî adil e û tu qanûnên binpêkirina mafên jinan danayne, lê belê jinan hurmet dike û mafên wan tevahî didiyê.”

Back to top button