Gotar

Jîna Emînî çirûsak serhildana nû li Îranê û cîhanê ye

Dost Mîrxan

Çirûska serhildana nû li rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî  ya 22 salî bi destê hêzên leşkerî yên Îranê dest pê kir û bi hezaran li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û li gelek welatên cîhanê derketin,  ji bo şermezarkirina vê tawanê, ku ne ya yekem bû û ne ya dawî ye di jêr serweriya rejîmeke otorîter û xwedî ramana şovenîstî û desthilateke baviksalarî de ye.

Rejîma Îranê jî mîna rejîmên dîktator ên Rojhilata Navîn, bûne zindan  ji gelan e re, bi taybetî gelê Kurd, ku zordarî li ser wan du qate, carek ji ber Kurdbûn ê û careke din ji ber tekoşîna wan ji bo azadî û demokrasiyê.

Komarên tires weke ku hin nivîsakar bi nav dikin li Rojhilata Navîn mîna  Komara Îranê, Tirkiyê, Sûriyê û yên din, tu carî nebûne komarên gel û nûneratiya gelê xwe nekirin e û pabendî tu prensîb û yasayên mirovî yên navdewletî nebûn e heriwha  li gorî destûrên xwe jî tevnegerin,  disthilatên  rojhilata navîn xwe nabîn in ji gel ew ji gel ditrisin lewra ew xwe li ser asasê desthilateke dictator ava dikin û  gel wek keriyek ajalên ku mafê wan ê hilbijartinê tune ye, heya di xwarin û vexwarinê de jî mecbûrî her tiştî ye dibînin û birêve dibi.

Di hundirê komarên tiresê de  ne rêxistinên mirovî û ne yên navneteweyî, ne jî azadiya raman û jiyana civakek sivîl heye.

Ji destpêka damezrandina Komara Îranê ya Xumeynî ve di sala 1979ê de, tawanbarkirina her kesê ku azadiya derbirînê dixwaze amade ye, zindanên Îranê ji çalakvan, siyasetmedar û xwediyên bîr û baweriyên cûda ji yê desthilatê, bi taybetî jî Kurd, tijene , hewcedarî bi qanûn û biryara girtin û binçavkirinê nabe

heman rewş di komara Ataturk de ye, ji ber ku dezgehên ewlekarî yên rejîma serbişaşikan salane bi sedan xortên û jinên Kurdan bi sûcê amade ku girêdana  wan bi  aliyên derve re têkilin an jî girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê netên bincavkirin û zindan kirin û sêdarvekirin.

Tevî hemû amûrên desthilatdariya tawankar û maşîna terorê, lê nekare rê li ber serhildana  gelêrî bigre, ya ku êdî nema zilmê qebûl dike û bi belavbûna torên civakî ku girîngtirîn amûra eşkerekirina skandalên rejîma Tehranê û Erdogan bû, li ber xwe bide.

Jina Kurd Mahsa Emînî ji aliyê amûra tirsê û bê exlaq ya desthilata Îranê ve hat kuştin ku Îran ji bo mirovan bûye girtîgeheke mezin û di hundirê wê de amûrên îşkence û zordariyê di hucre û zindanan de hene û li gorî raportên rêxistinên mafên mirovan, zindan li îranê û Tirkiyê tijî girtiyên azadiya ramanê ne.

Desthilatdarên otorîter li seranserê herêmê mafên mirovan binpêdikin dikin, lê nikarin şert û mercên ewlehiyê  û geşkirna rewşa aborî ji gelên xwe re peyda bikin, desthilatên Rojhilata Navîn îro rûyê rejîmek otorîter didn pêş, rêjîmên heyî didtirsin ji şoreşa gelan tirsa di nava wande wê wan ber bi ruxandinê de bibe.

Li Îranê şoreşa jina Kurd bisedikeve  wek ku çawa li Rojavayê kurdistanê şoreş bi destên jinên leheng ên kurd destpêkir û belav bû li seranserî bakur û rojihlatê Sûrîyê  li Rojhilata Navîn û cîhanê de xwedî roleke sereke ye, jinên Kurd û şervanên Kurd bûne sembola têkoşîna jinên azadîxwaz û têkoşer, bi hezaran jinên Kurd li Rojava di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de şehîd bûn, îro jî hevalên wan çekên wan hilgirtin e û şoreşa wan berdewam dikin.

Divê Neteweyên Yekbûyî û hikûmetên demokratîk nirxên xwe yên demokratîk biparêzin û van rejîman dorpêç bikin wan ji cîhanê dûr bixin ji ber ku ne tenê dixwazin gelê kurd qir bikin lê di encama polîtîkayên van rejîmên nejadperest de civaka mirovî di jêr metrisiyê de ye, Ji ber vê yekê hêzên demokratîk, dezgeyên demokratîk piştgirîya şoreşa  demokrasiyê ya gelan.

Back to top button