ManşêtNûçe

Ji Welatê Baskê De Aûstrî: Ocalan ji bo me nûnerê hêviyê ye

Ji rêxistina ASKAPENA ku li welatê Baskê ji bo azadiyê têdikoşe Marîxe Rûîz de Aûstrî got, “Ocalan wêneyê hêviyê ye. Ew ji bo me nûnerê hêviyê ye. Divê em azadiya wî misoger bikin.”

Aûstrî diyar kir ku paradîgmaya Ocalan xwedî nuqteyên gelekî girîng e û got, “Bi dîtina min ev paradîgma wê tevkariyeke mezin li têkoşîna me ya li welatê Baskê jî bike. Ya rast, weke rêxistin konsepteke me heye ku gelekî dişibe paradîgmaya Ocalan. Lê belê bi navekî din em ‘avakirina neteweyî’ yanî bi rêxistinkirina hêza gel a ji bingehê ve em hêzeke civakî diafirînin. Ev yek ji bo me stratejiyeke bingehîn e. Çarçoveyeke xwe ya şênber heye. Yanî em perspektîfeke rêxistinî ya ji xwecihî ber bi jor ve ji xwe re dikin esas. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. Ji bo têkbirina sînorên ku li pêşiya me hatine danîn û fêhmkirina welatê Baskê bi rengekî rast, ji bo me girîng e. Divê em jî hîn bibin ku bê dewlet dikarin çawa bijîn. Li dijî dewletê em hêza civakê ji xwe re dikin esas. Lewma di navbera perspektîfên me û paradîgmaya Ocalan de gelek aliyên hevpar hene.

Têkoşîna gelê Kurd li welatê Baskê gelekî tê naskirin.

Aûstrî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Şert û mercên ku Ocalan tê de ne dûrî ji edaletê ye. Divê Ocalan weke girtiyekî siyasî bê dîtin û naskirin, ji ber ku dewlet û organên wan, mirovên mîna Ocalan têkoşînê dimeşînin, nasnameya wan a polîtîk ji nedîtî ve tên. Dixwazin ku wan tenê weke girtiyan bibînin. Divê em li her derê bibêjin ku ew girtiyên siyasî ne. Dema ku me ew weke girtiyên siyasî dît, hingî wê hiqûqa ku ew mehkûm kirine, wê bikeve ber lêpirsînê.

Hiqûq ji bo bûrjûvaziyê dixebite. Ocalan gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd hemûyan temsîl dike. Serketina kampanya azadiyê ya ji bo wî hatiye destpêkirin wê piştgiriyeke xurt bide azadiya girtiyên siyasî yên li cîhanê.”

Aûstrî destnîşan kir ku rêxistinên li deverên cuda yên cîhanê têdikoşin dikarin gelek tiştan ji hev hîn bibin û got, “Dema ku me qadên têkoşînê yên hevpar ava kirin, piştevaniya enternasyonal afirandin, hingî em ê hîn xurt bibin. Ji aliyê têkoşînê ve gelek tişt hene ku em diakrin ji hev hîn bibin.

Di mijara azadiya Ocalan de jî dixwazim vê yekê bibêjim: Wêneyê Ocalan wêneyê hêviyê ye. Ocalan ji bo me hêviyê temsîl dike. Em niha nizanin bê rewşa wî çi ye. Lê belê em hîn jî li wî difikirin û fikrên wî nîqaş dikin. Ev jî nîşan dide ku wêneyê wî têkoşîneke û divê em vê têkoşînê mezin bikin. Divê em azadiya Ocalan misoger bikin. Eger em hemû li wî difikirin û bi fikrên wî bimeşin, hingî ev têkoşîn naqede, em ê têkoşînê dewam bikin.”

Back to top button