LêkolînManşêt

Ji Kaniyên Yezdaniyê Dîroka Zûrvaniyê

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

 Wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Xelek – 16

Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan

Dîroka Zûrvaniyê

Pêkhatina Zûrvaniyê:

Pêximber Zerdeşt (Zaradeşt) li herêma Ûrmiyê, li bakurê Mîdiya xuya bûye. Li gor piraniya gotûbêjan, ew di navbera 660 – 583, yan jî 630 – 553, yan jî 628 – 551 b.z. da jiyaye. Tevî ku Zerdeşt Mîdî bûye, lê belê ew rastî dijayetiyeka pir tund ji aliyê oldarên Madan (Mog) da hatiye. Van oldarên Madan (Mog) bi her awayî dixwastin li ser ayînîn ariyanî kevin bimînin daku kelîja wan di civaka mîdî da berdewam be. Farisan bi dilxweşî pêşwaziya Zerdeşt kir û wisa, ji destpêka heyama padîşahê farisî Darayê Yekem da (ji 552 heya 486 b.z. serdarî kiriye), Zerdeştî bû ayîna fermî ya dewleta Axemenî;.

Lêkolîner ji wê bîr û baweriyê ne ku Zûrvanî piştî xuyakirina Zerdeşt pêkhatiye. Lêkolîner Geoffrey Parrinder dibêje:

Her tiştê di dest me da li ser Zûrvaniyê heye ji nivîskarên biyanî hatiye wergirtin, ewên ku jêderên wan vedigerin sedsala çarem b.z. Tiştê piştrast ewe ku Tevgera Zûrvanî di heyama Axemenî da (550 – 333 b.z.) û di heyama Aşxanî da (250 b.z. – 247 z.) geş bûye. Lê belê heyama Sasanî (247 – 635 z.) dibe ku heyama dijberî û keftelefta navbera Zûrvanî û Zerdeştiyê be; yan jî di hundirê Zerdeştiyê da hin şepêl hebûn ku wan dêlîndêzên zûrvanî bixwe pêkdianîn. Belkî jî Zûrvanî wek tevgerekê pêkhatibe bêhtir ji  şopeka ayînî, ya xwediya rêyeka avêne û zelal be. Lê dîsa jî ew bi hêz û bandor bûye“.

Hin lêkolîner bêhtir ji wê bîr û baweriyê ne ku Zûrvanî di nîvê duwem yê heyama Axemenî da xuya bûbe. Yanê ew tê wê maneyê ku ji destpêka sala 440 b.z. da xuya bûbe. Ew jî ew deme ku emperatoriya Axemenî di warê siyasî da êdî sernişûv (serberjêr) bûbû.

Zerdeştî (jêra Mezdeyî jî dibêjin, li gor xweda Mezda) bêhtir li herêma Parthiya (bakurê Îrana niha) belav bûbû, li cihê ku gelê Parth (Aşxan) yê ariyanî dijiya û li Baktirya (Bactria), li Xurasanê (niha beşkirî ye. Bakur-rojhilatê Îran û bakurê Afganistanêمع أجزاء من تركمانستان وأوزبكستان وتاجيكستان), li cihê ku Farisan desthilatdarî dikir. Hêjayî gotinê ye ku bajarê Belx li Xurasanê bajarê yekem bû ku Zerdeşt ji wir da ayîna xwe ya nû (Mezd-Yasna) belav kir.

خراسان وفي وسطها مدينة بَلْخ)

Lê belê Zûrvanî bêhtir li herêmên başûr-rojavayê Îrana niha belav bûbû; ew jî ew herêmin ku niha jêra Loristan û Îlam û Xuszistan dibêjin. Ew herêm, ew erdnîgarî bûn ku di wan da çandên ariyanî-rojhilatî rastî çandên Mêzopotamiya, û çanda Hêlênî (Hellenistic) ya yûnanî dihat; ew çanda ku bi êrişa Îskenderê Makdonî ra hat, dema ku ajot ser emperatoriya farisî. Hinek ji lêkolîneran ji wê bîr û baweriyê ne ku Zûrvanî encama tevlêbûna Zerdeştiyê li gel baweriyên hêlênî û Mêzopotamî be. Divêt bê zanîn ku mîtologiya sûmerî ji bo piraniya bawerî û ayînên mêzopotamî jêdera bingehîn bû.

Bi awayekî giştî, Zûrvanî bêhtir di Zerdeştiyê da rewişta naskirî bû, di salên pêş têkçûna emperatoriya Sasanî. Dêlîndêzên vê ayînê kêm bûn. Wisa tê xuyakirin ku alîgirên wê dêlîndêz û xweriskên Zerdeştiyê pêkdianîn, yan jî dişibihîn wan. Ji ber ku xwedayê zerdeştî Ahûra-Mezda (xwedayê qenciyê) ew bi xwe xwedayê xêrê ye di Zûrvaniyê da. Cudahî tenha ewe ku Ahûra-Mezda li gor ayîna Zûrvanî kurê xwedayê ronahiyê yê bala Zûrvane.

انظر موقع لورستان وإيلام وخوزستان))

Lêkolîneran du şepêlên (مَذْهَب) sereke di Zûrvaniyê da ji hev cuda kirine:

1 – Şepêla Madî: Ew li ser wê bingehê hatiye danîn ku ti tişt ji ber xwe peyda nabe. Di vê olê da baweriya Zerdeştî bi hebûna Cîhana Din, bi hesab û zeza, bi bihuşt û dojehê nayê pejirandin.

2 – Şepêla Qederî: Ew li ser wê bingehê hatiye avakirin ku mirov di kar û tewrên xwe da neçare, çarenûsa wî ji aliyê Ahûra-Mezda û Ahrîman da li ser wî hatiye ferzkirin û ew nikare bi ti awayî vê çarenûsa xwe biguhêre.

Jihevketina Zûrvaniyê:

Padîşahê Sasanî yê dawî Yezdegerdê Sêhem sala 651-an z. hate kuştin. Ev sal wek dîroka fermî ya hilweşandina emperatoriya Sasanî li ser destê Erebên Misilman tê hejmartin. Bi têkçûna desthilatdariya Sasanî ra Zerdeştî rastî bobelateka gelemper hat, ji ber ku peymaneka kîp di navbera padîşahên Sasanî û oldarên ayîna Zerdeştî (Mobed = Mog Bed) da hebû. Ji lew ra, tiştekî suriştî bû ku kelîja Zerdeştî bi têkçûna piştgira wê ya siyasî ra (dewleta Sasanî) lawaz bibe.

Raste ku “zaniyariya îslamî” (fiqih) Zerdeştî xiste nav ayînên xwedî pirtûk (wek Cihûtî û Kirîstiyanî) û, rê da ku ew li ser ayîna xwe bimînin; bi mercê ku ew bi stûxwarî cizyeyê bidin û têkevin bin fermana dewleta xîlafetê. Lê belê di rastiyê da mirovên zerdeştî li nêzî nebawirmendan (gawiran) hejmartin, û li gor şerî’eta îslamî nabe ku kesekî Misilman bi jineka mecûsî ra şû bibe (bizewice). Lê belê rewa ye ku bi jineka cihû û kirîst ra şû bibe.

Bi pêkhatina hişyariya neteweyî farisî ji nû da, li dor nîveka sedsala 8-an z., oldarên ayîna Zerdeştî (Mobed) careka din li xwedawendîtiya zeredeştî vegeriyan, û ew ji baweriyên biyanî ku di dema lawaziyê da tevlê bûbûn paqij kirin. Hinek ji wan bidûrxistina hin pesindayîn û dêlîndêzên alîgirên Zûrvanî û Mihirvanî (Mîtrayiyê) bûn. Hîngê gelek bûyerên ayînî ku bi şopa zerdeştî kilasîk ra nediguncîn ji holê rakirin, û hin beşên Avestaya Sasanî û şîroveyên ku tev li ayîna Zûrvanî bûbûn jî bi dûrxistin.

Di rastiyê da desthilatdariya Erebên Misilman li ser welatê Ariyana (ji Kurdistan heya bi Afganistan) kir ku şop û liqên Yezdaniyê hemû bêne perçiqandin. Wisa ew dane xuyakirin ku ew şop mecûsî û agirperestin. Bi taybetî jî zor û perçiqandin hate ser Mîtrayî, Zûrvanî, Mezdekî û Manewiyê, û ji lew ra ew hin bi hin wenda bûn. Hin şopên wê tenha di nûçe û agahdariyên derbarê rêveberiya şoreşan da mane, ku ji demekê heya demekê di Ariyana Gewre da li dijî dewleta xîlafetê pêkdihatin, yan jî agahdariyên girêdayî ramandar û wêjevanên ariyanî ku rexneya Îslametiyê kirine û ji wan ra  zendîq û kafir gotine.

Yekşem, 07.02.2016

Jêder

Samuel Kreimer, efsaneyên cîhana kevin, rûpel 294, Dyakonov, Mîdiya, rûpel 340. William Langer: Berfirehiya dîroka cîhanê 1/91. H. G. Wels: Hin rewiştên dîroka mirovatiyê 2/358.

Firas Al Sawah: Berfirehiya dîroka ayînan, pirtûk 5, rûpel 15.

Li Boyce binêre, 308-309, 1957.

Abdula Al Abadani: Dîroka ayîna Zerdeştî, rûpel 77

Back to top button