
Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Qada Şehîdan li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vedan.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partî tev li merasîma şehîd Mezlûm Dijwar (Bekir Hesen) bûn ku piştî têkoşîna 6 salan li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di 29`ê Îlonê de şehîd bûye.
Di merasîmê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîne Bêrem axivî û îşaret bi destanên şervanên HPG`ê li çiyayên Kurdistanê kir û got: “Bi vîna xwe ya azad li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û destanên lehengiyê dinivisîn. Bi saya xwîna wan a pak, destkeftî tên bidestxistin.”
Hevserokê Meclisa Aboriya Civakî Selah Ehmed jî got: “Şehîd, sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gel qebûl nakin. Şehîd Mezlûm jî yek ji wan têkoşerên azadiyê ye ku di oxira têkbirina komployên mêtingeran canê xwe feda kir.”
Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.