DaxuyanîManşêt

Ji bo raya giştî

Di dema ku hêzên gerêla yên qehreman derbên giran li artêşa Tirk dixin, Hêzên Pêşmerge yên Partiya Demokrat a Kurdistanê hêzên xwe li herêmên şer kom kirine, Bêyî tu armancekê ji bilî alîkarî û piştgiriya artêşa tirk.

Komkirina hêzan tê wateya amadekirina zemînê ji bo rewşa şer, û ya ku di rojên dawî de qewimî ev e.

Em ewke Partiya Yekîtiya Demokratîk, em hevkariya rasterast an neyekser ji hêla Partiya Demokrat a Kurdistanê a bi artêşa Tirk a li dijî gerîla şermezar dikin.

Tiştê ku hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin siyaseteke pir xeternak e, ku hemû destkeftiyên gelê Kurd dixe bin metirsiyê de. Êrîşê li dijî gerêla, êrîşa li dijî nirxên hevpar ên gelê me ye û hedefgirtina yekîtiya neteweyî ye ku gerîla bû û hê jî hêza garantor e. Ji ber vê yekê, em bang li hêzên Kurd dikin ku li ber van siyasetan bisekinin.

Her wiha em bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin ku dev ji van pêkanînên xeternak berde, ku dê bandorên xeternak li ser pêşeroja gelê me yê li çar parçeyan bike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk

30-7-2021

Back to top button