ManşêtNûçe

Ji bo rawestindina êrîşên dewleta Tirk kampanya berhevkirina îmzeyan hate destpêkirin

Li bazara bajaroka Qeladizê ya bi ser îdareya Raperîn vê êvarê ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kampanya berhevkirina îmzeyan hate destpêkirin. Kampanya berhev kirina îmzeyan bi awayek germ ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazî kirin.

Bi riya kampanyayê wê ji civaka navneteweyî were xwestin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê werin rawestin.

Piştî ku îmze hatin berhevkirin wê pêşkêşî rêxistinên navteweteyî werin kirin.

ANF

Back to top button