ManşêtNûçe

Ji bo parastina sindoq û dengan, li ser medyaya dîjîtal hashtaga #SandıktakiİradeneSahipÇık hat destpêkirin

Li ser malperên medyaya dijîtal ji bo parastina dengan û sindoqên dengdanê kampanyaya hashtag bi zimanê Tirkî bi gotinên xwedî li îradeya xwe derkeve (#SandıktakiİradeneSahipÇık) saet di 10.00`an de hat destpê kirin. Ji niha ve li ser asta Kurdistanê û Ewrûpa gelek hashtag li ser twîtterê hatin avetin.

Berdevka Partiya Çepî Kesk Çiğdem Kılıçgün Uçar  bi riya dîmen re bang li hemû kesî kir ku ji bo serkeftina hilbijartinê divê xwedî li sindoqên dengdayînê bê derketin û got: “Heta bi dawîbûna jimartina dengan û daxuyaniya navenda me divê sindoq neyên berdan. Heta encama belgeyên (tutanak) sindoqan em nebin navendê partiya xwe li ser erkên xwe bin. Îro em ê dîrokê bi hev re binivîsînin. Teqez em ê serbikevin.”

Hin hashtagên hatine parvekirin;

* Tenê dengdayîn têrê nake divê em xwedî li dengên xwe derbikevin. Parastina dengan parastina vîna xwe ye. #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Xwedî li îradeya xwe derbikeve. #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Pêşeroja te di van sindoqan de ye, xwedî lê derbikeve. #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Dem dema hesab xwestinê ye. Em deyndarên zîndana ne. Sindoqan biparezê.  #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Bila herkes li dijî berxwebide, dernekeve û dev ji sindoqan bernede. #SandıktakiİradeneSahipÇık

Di nav hin hashtagan de agahî hatin belavkirin ku polîsên dewleta Tirk dijî hemwelatiyan ketine nav tevgerê û nahêlin ku parastina sindoqan ji aliyê muşahîtan ve bê kirin. Bang tê kirin ku serî li van êrişan netewînin.

ANHA

 

 

Back to top button