
Wezîrê karên derve yê dewleta Luxembourgê Jean Asselborn li ser hesabê xwe yê X`ê got ew ji ber şehîdxistina 3 şervanên YPJ`ê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê, xemgîn e.
Jean Asselborn aşkera kir ku ew bi şehîd Şervîn Serdar re sala 2016`an rûniştiye û piştgiriya xwe ya ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê ragihandiye.
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Jinan a YPJ`ê Şervîn Serdar û 2 şervanên din Nûcan Ocalan û Canda Cûdî ragihandibû.
ANHA