ManşêtNûçe

Însiyatîfa Qanûnî ya Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyek da

Însiyatîfa Qanûnî ya Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Tê de hate gotin ku zêdetirî 24 salan e rêber Abdullah Ocalan di girtîgehek yekkesî de li Îmraliyê tê ragirtin. Zêdetirî 2 sal e dewleta Tirk bi tu awayî nahêle hevdîtin pê re çêbin.

Di dewama daxuyaniyê wiha hate gotin: “Em wek komeek parêzerên li welatên Misir, Lubnan, Urdin û hinek welatên din, ji nêz ve rewşa Abdullah Ocalan dişopînin. Her wiha li ser tenduristiya Ocalan gumanek me ya zêde heye, piştî civînek dirêj em gihiştin wê encamê ku em parastinê li birêz Ocalan bikin û ji bo azadiya Ocalan kar bikin. Ji ber ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kirine û divê ji bo pirsgirêka li herêmê sûd jê were girtin. Em wek komeke parêzerên Ereb, ji bo parastina Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê kar dikin. Ji ber ku pêwîstiya wan bi azadî û piştevaniya gelê me heye. Peywendiyek bi hêz û dîrokî di navbera Kurd û Ereban de heye, ya cihê xemgîniyê sîstema şikestî ya Tirkiyeyê ye ku piştgiriyê dide komên terorîst û li ser sînoran ji bo têkdna aramiya herêmê terorîstan bi kar tîne.”

Însiyatîfa Qanûnî ya Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan diyar kir ku ew ê ji bo danasîna felsefeya rêber Ocalan kar bike û bang li parêzerên Ereb ên li welatên din ên erebî kir ku beşdarî vê însiyatîfê bibin, bi hev re ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan kar bikin.

Her wiha hate gotin: “Me ji bo serdan û dîtina Ocalan li Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê daye. Ji bo ku em rewşa tenduristiya Ocalan û parastina wî bikin me serlêdan kiriye.”

ANHA

Back to top button