ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Divê dawî li siyaseta qirkirina Kurdan were û dewleta Tirk were darizandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 17`ê Cotmehê di bîlançoya 6 mehan a êrişên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê de, eşkere kir ku dewleta dagirker 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş pêk anîne.

Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (NPG) jî duh (18 Cotmeh) bi daxuyaniyekê diyar kirk u 17 gerîlayên azadiyê di êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne û nasnameyên wan eşkere kirin.

Piştî van daxuyaniyan ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê nerazîbûn bilind bûn. Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî li gel rêzeçalakiyan, rêveberên herêmê jî bertekên tund nîşan dan.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got: “Kî dibe bila bibe, yên li hemberî van sûcan bêdeng dimînin şirîk in.”

Îlham Ehmed, bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên domdar neheqiye û wiha dom kir: “Dewleta Tirk komkujî pêk aniye, divê ev komkujî bê vegotin, têkeve belgeyan û here dadgehan. Divê bêdengî nebe. Ev cihê şermezariyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman siyaset tê meşandin. Divê dawî li siyaseta qirkirina Kurdan were û dewleta Tirk were darizandin.”

Back to top button