ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Bi berpirsyarî nêzî Kurdan bibin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed qala pîrozbahiyên îsal ên Newrozê kir û ji bo bidawîkirina siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan bang li ciwanan kir ku li qada navneteweyî bi berpirsyarî rabin.

Yek ji wan pîrozbahiyan jî resepsiyona Newrozê ya li Îngilistanê bû. Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed peyameke bi dîmen ji resepsiyona Newrozê re şand. Îlham Ehmed anî ziman ku ew di salvegera serketina gelên Rojhilata Navîn a li dijî Dehaqan, Newrozê pîroz dikin û got:

21’ê Adarê hem ji aliyê mîtolojîk hem jî ji aliyê cografîk ve weke demeke diyarker tê nirxandin mîna ku ji navê xwe jî tê fêhmkirin Newroz nîşaneya coşa rojeke nû ye ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn. Piştî ku netewe dewlet ava bûn û Kurdistan hate parçekirin, dagirkeran bi rêk û pêk hewl dan ku Newrozê li Kurdan qedexe bikin. Vêxistina agir jî demeke dirêj qedexe bû. Qedexeya ku li ser çand, ziman û jiyana gelê Kurd hatine danîn divê êdî hem li Tirkiyeyê, hem li Îranê hem jî li Sûriyeyê bêne rakirin. Di roja nû ya sala 2023’an de yanî di Newrozê de divê bi siyaseteke nû, bi vîzyoneke nû, bi nêzîkatiyeke nû her kes helwesteke nû ji bo doza mafdar a gelê Kurd nîşan bide.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Peymana Lozanê di sala sedemîn de divê ji nû ve bê nirxandin û got: “Reng çiqasî zêde bin, jiyan jî ewqasî bedew dibe, ji ber ku jiyan bi xwe temamiya rengan e. Li rejîmeke ku rengek tenê tê ferzkirin, mirovahî tenê dikare bê îmhakirin. Ji ber vê yekê gel, çand çiqasî hebin, ewqasî jî wê li dergûşa mirovahiyê reng û bedewî jî zêde be. Ev yek mafê herî xwezayî yê gelan û mirovan e, divê teqez bê parastin. Di vê çarçoveyê de em, yanî Kurdên li Sûriyeyê, Kurdên li Rojava me bi salan siyaseta îmha û qirkirinê, heqaret û êş ji ber rejîma Baas dît. Em dibêjin ku êdî divê dawî li vê yekê bê anîn. Berevajî demên berê, bi derfetên xwe em bi sed hezaran Kurd li qadên azad dikarin li hev kom bibin, vê roja xwe pîroz bikin, peyamên siyasî û çandî bidin. Bi kincên xwe yên gelêrî qadan dixemilînin. Ev xwedîderketin ji bo me gelekî girîng e.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina siyaseta qirkirina Kurdan, ji bo parastina mirovahiyê û şaristaniyê divê hêzên navneteweyî bi berpirsyarî xwedî li gelê Kurd derkevin û got: “Çawa ku Newroz nîşaneya xwişk û biratiyê, aştî û azadiyê ye, niha li Rojava bi milyonan Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermen û Asûrî bi dostanî li hev kom dibin. Di nava van çend salên dawî yên kurt de me karîbû vê bedewiya hate jibîrkirin ji nû ve ava bikin, nîşan bidin. Ya ku dikeve ser me ew e ku vê roja bi wate bikin rojeke aştiyê, rojeke biratiyê, rojeke wekheviyê. Hêviya me ev e, hewldana me jî ji bo vê ye. Em hêvîdarin ku îsal ji bo gelê Rojava û Sûriyeyê bibe saleke rê li ber çareseriya siyasî bê vekirin, zemîna aştiyê bê avakirin û azadiya jinê hîn bêhtir bê pêşvebirin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku yên herî zêde bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin jin in û diyar kir ku jin hebûn û îradeya xwe di wateya Newrozê de dibînin.

ANF

Back to top button