ManşêtNûçe

Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Tirkiye ji 2018’an vir ve li Efrînê sûcên şer dike û got: “Dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike. Tirkiye li Efrînê dewleteke dagirker e. Li dijî vê yekê banga min ji çar aliyên Kurdistanê ev e ku li kêleka gelê Efrînê bisekinin.”

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ya Suriyeyê Îbrahîm Şêxo têkildarî êrişa dawî ya li dijî 4 welatiyên sivîl, zext û binpêkirinên mafan ên li Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Şêxo anî ziman ku 4 welatiyên sivîl ên hatin qetilkirin ji heman malbatê bûne û di dema erdhejê de jî xizmên wan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane. Şêxo diyar kir ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên ku ev welatî qetilkirine di esasê xwe de ji DAIŞ’ê ne û ev tişt gotin: “Dema hatine jî ji wan re gotine hûn ê vî agirî vemirînin, wan jî bi ya wan nekiriye û li ser vê yekê bi çekan êrişî wan kirine. Di encama êrişê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Piştî wê komkujiyê di nava gelê Efrînê de xwepêşandan çebû û 4 welatiyên ku hatin qetilkirin bi girseyî û bi ala kurdî li goristana Cindirêsê hatin veşartin. Piştî 5 salan li ser dagirkeriya dewleta tirk li Cindirêsê gel dengê xwe bilind kir û xwepêşandan çêbûn. Gel dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin, bijî kurd û Kurdistan’ berz kirin. Jinên wan jî digotin xwediyên me tune ne, em bindest in, em kurd in û bertek nîşan didan. Welatiyên ku hatin qetilkirin tu têkiliya wan bi partiyên siyasî re tune bû, tenê ji bo agirê Newrozê hatin qetilkirin. Yên ku hatin qetilkirin her yek 10 gule ji singa xwe xwaribûn.”

Şêxo anî ziman ku armanca êrişên Tirkiyeyê yek jê jî guherandina demografiya Efrînê û şerekî di navbera kurd û ereban de ye.

Şêxo diyar kir ku ew çeteyên ku zext û zorê li gel dikin giredayî Tirkiyeyê ne û wiha axaftina xwe domand: “Nezî 30 komên çeteyan li Efrînê hene xwe bi Arteşa Suriyeyê ve binav dikin, hemû jî girêdayî Rêveberiya Tirkiyeyê ne. Dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike, û ji bo ku berpirsyariya van sûcan negire ser xwe bi destê çeteyan van sûcan dike.”

Şêxo der barê raporên NY’yê de jî axivî û got: “Ew rapor tên derxistin lê ew rapor tenê tên belgekirin, berpirsyarên van sûcan nayên cezakirin. Di  nav xwe de nîqaşên van raporan dikin lê tu çareseriyekê ji Suriyeyê re peyde nakin.

Şêxo di dawiya axaftina xwe de ji bo xwedîderketina li xwepêşendana gelê Efrînê ev bang li çar aliyên Kurdistanê kir: Berî her tiştî ya herî girîng divê gelê kurd, li Mahabad, Amed, Hewlêr li her deverê Kurdistanê û Ewropayê li dijî vê yekê rabe. Berpirsyariya wan a dîrokî ev e ku li kêleka gelê Efrînê bisekinin. Efrîn car hat dagirkirin, car ji erdhejê bandor girt û niha jî di hundirê Efrînê de qetlîam çêbû. Ji ber wê bangawaziya me û daxwaza me ji bo gelê me yê Efrînê bikaribe xwepêşandana xwe û daxwaza ji bo mafê xwe berdewam bike, piştgiriya wan bikin. Heke em îro jî li kêleka gelê xwe nesekinin rewşa wan wê hê xirab bibe û wê demê em jî dê sûcdar bibin.

Back to top button