ManşêtNûçe

HRE’yê carek din li dagirkeran da: 11 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku Şera ya Efrînê û gundên Ezaz û Marê 11 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Li gorî nûçeya Rojnews, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser rêzeçalakiyên hêzên xwe yên li navçeya Şera ya Efrînê, gundên Marê û Ezazê yên dagirkirî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê agahiyên li ser çalakiyên li van qadên dagirkirî wiha ne:

“Di navbera rojên 7 û 10’ê Îlonê de, ji bo bîranîna Şehîd Şiyar Denîz û ji bo bersivdayîna kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

7’ê Îlonê li navçeya Şerayê hêzên me avêtin ser baregeheke artêşa dagirker. Di encama vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de her wiha 2 çekên AK-47, 1 çeka BKC, 1 termal, 1 telefon, 1 bêtêl û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin.

9’ê Îlonê li gundê Til Malid ê navçeya Marê di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû.

10’ê Îlonê li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê di encama çalakiyek taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”

Back to top button