ManşêtNûçe

Heyeta Spanî têkildarî zordariya li wan hate kirin, daxuyanî da

Heyeta ku ji Podemos, Esquerra Republicana, Ebhildu û CUP’ê pêk tê got, “Di 14’ê Gulanê de em bi saetan li midûriyeta polîsan hatin girtin û ji welêt hatin dersînorkirin. Me zext û zordariya polîsên Tirk di cih de tespît kir.”

Heyeta ku ji çavdêrên Bask, Katalan, Galîsî û Spanî pêk tê, ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li cih bişopînin çûn Tirkiye û Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku ji aliyê partiyên siyasî yên wekî Podemos, Esquerra Republicana, Ebhildu û CUP’ê ve bi hevpar hate weşandin wiha ye:

“Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm û qelebelix ê Rojhilata Navîn e. Ew civakek ji 25 heta 35 mîlyonî ye ku bi dîrok, çand û zimanek hevpar ve girêdayî ye.

Di dîrokê de ji aliyê gelek desthilatdaran rastî zexteke sîstematîk hatiye: Li dijî gelê sivîl bombebaranên komî pêk hatine, koçberkirina bi darê zorê, girtin, darizandin, hewldana qirkirinê û hwd. hatine pêk anîn. Desthilatdariya Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî sîstematîk zilm li gelê Kurd kir, di gelek pêvajoyên hilbijartinê de binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk zêdetir kirin. Partiya Demokratîk (HDP) dît ku çawa şaredar û endamên meclîsa bajêr ji peywirê hatine dûrxistin, wekîl hatine girtin, pêvajoyên darazê bi tehdîda derveyî hiqûqê hatine meşandin. Di encamê de HDP’ê di hilbijartinên roja Yekşema borî 14’ê Gulanê de biryar da ku bikeve lîsteya Partiya Çepên Kesk ku yekbûneke mezin a çepên pêşverû û demokrat ên Tirkiyeyê ye.

Heyetek ji Katalonya, welatê Bask, Galîsya û Îspanyayê ji bo şopandina xebatên hilbijartinê ji bajarê Sêrtê çû Tirkiyeyê. Heyetê karîbû li cihê bûyerê hebûna berdewam û zordar a polîsan, hem di bûyerên siyasî de û hem jî di dema rêgezên dengdana hilbijartinê de piştrast bike.

Heyet ku armanca wê, belgekirina roja hilbijartinê bû, roja Yekşemê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat lêpirsînkirin û piştî ku lêpirsîna wan bi dawî bû, bi saetan di navenda polîsan de hatin ragirtin û neçar kirin ku ji welat derkevin.

Bi kurtasî, Bakurê Kurdistanê û bi giştî Tirkiye di bin desthilatdariyeke otorîter û zordar de ne, ku em hêvîdar in ji tûra duyemîn a ku di 28’ê Gulanê de hatiye plankirin, biguhere.”

ANF

Back to top button