ManşêtNûçe

Hevpeymana Civakî ya nû kete meriyetê

Îro endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Meclisa Dadê li ber avahiya Meclisa Rêveber kom bûn û bi 3 zimanan daxuyaniyek da.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Giştî Fatme Xelîl, hevserokê Meclisa Giştî Ferîd Etê û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Gebrîyel Şamûn daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî xebatên 2 salan, ji bo berjewendiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo mîsogeriya meşandina kar û xebatan û li gorî pêşniyarên xelkê herêmên Cizîr û Firatê, meclisê hevserokatî erkdar kir ku biryarekê bide ku li gorî wê hevpeymana civakî ji nû ve were sazkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de meclisê destnîşan kir ku meclisê biryara hejmar bi 6 di 14.12.2020’an de da û li gorî wê, avakirina komîteyekê hat erêkirin ku erka wê ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser e.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “158 endamên komîteya berfireh a sazkirina hevpeymanê li Hesekê civiyan. Di nava wan de nûnerên partiyan, jin, ciwan, pêkhate û kêmneteweyên herêmê hebûn. Avakirina komîteyeke biçûk ku ji 30 endaman pêk tê, hat erêkirin. Komîte zêdetirî 6 mehan xebitî û dûre encamên xebatên xwe ji komîteya berfireh re pêşkêş kirin ji bo ku nîqaş bike.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Bi temamkirina amadekirina reşnivîsê re, endamên komîteya berfireh civîn ji gel re li herêmên Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkirin. Armanc jî, nîqaşkirina detayên reşnivîsa hevpeymanê bû, wergirtina nêrîn û pêşniyarên wan. Dûre ji komîteya sazkirina hevpeymanê re bê pêşkêşkirin û nîqaşkirin. Komîteyê di 4 rojan de li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê ji 4`ê Kanûnê heta 7`ê heman mehê civiya û di encamê de forma dawî ya hevpeymanê amade bû. Dûre ji Meclisa Giştî re hat şandin ji bo ku ji aliyê endamên wê ve û beşdariya nûnerên meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl bê erêkirin.”

Meclisê dawiya daxuyaniyê got: “Li ser vê esasê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Hevpeymana Civakî ya nû ragihand.”

Back to top button