ManşêtNûçe

Heta 15’ê Sibatê wê bê navber çalakî bên lidarxistin

Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Ewropa û rêxistinên Kurdistanî, li dijî tecrîda Îmraliyê wê di navber 1-15’ê Sibatê gelek çalakiyan lidar bixin. Rêxistinan ji bo çalakiyên xwe banga tevlêbûnê kirin.

Yekîtiya Hêz a Demokratîk daxuyaniyek a çapemeniyê da û têkildarî çalakiyên xwe yên ji 15’ê Sibatê, ev tişt diyar kirin: “Tecrîd di heman demê de, li dijî demokrat, pêşverû û rêxistinên sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatan dikin, tê meşandin. Em bang li sazî û rêxistinên demokratîk ên li Ewropayê xebat dimeşînin, dikin. Di serî de banga xwe digihînin rêxistinên Tirkiyeyî û Kurdistanî. Tecrîd di heman demê de êşkenceyek e, kesên dibêjin xwe ez mirov im, bi hevtiyar û demokrat im, divê li dijî tecrîda dermirovî bikevin tevgerê.”

Daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Hêzê jî wiha ye:

Hêzên komploger ên navneteweyî xwestin ku asteng bikin Abdullah Ocalan bibe girêdana gelê Kurd a bi azadiyê re. Li gel tecrîdê jî li girtîgehan zext zêde bûne, kesên divê li girtîgehan nemînin, bi taybet girtiyên nexweş yek bi yek tên qetilkirin.

Komploya 15’ê Sibatê ya ku di şexsê Ocalan de li dijî gelan hatî kirin, ji aliyê gelan ve weke ‘roja reş’ hatiye pênasekirin.

Em bang li NY, Konseya Ewropayê û CPT dikin ku nebin hevkarê vê qirkirina ku bi destê dewleta Tirk tê kirin û li gorî hêmanên mafên mirovan û demokrasiyê tevbigerin.

Em bang li saziyên navneteweyî, sendîkayan, partiyên siyasî, aktîvîstên demokrasî û mafên mirovan tevlî Kampanyaya ‘Dawî ji bo tecrîdê, azadî ji bo Ocalan’ bibin.

ANF

Back to top button